Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo koça dawî ya siyasetmedarê Kurd û Serokê berê yê Şaredariya Amedê Mehdî Zana peyameke sersaxiyê belav kir.
Nêçîrvan Barzanî sersaxî da xanim Leyla Zanayê, malbat û hevalên wî.
Siyasetmedarê Kurd û Şaredarê berê yê Amedê Mehdî Zana, îro li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin koça dawî kir.
"Wî ji bo parastina mafên gelê xwe gelek qurbanî dan"
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya sersaxiyê de wiha got:
“Ji bo koça dawî ya siyasetmedarê naskirî yê Kurd Mehdî Zana, sersaxiyê li xanim Leyla Zanayê û hemû malbat, kes û kar û hevalên wî dikim.
Xwedêjêrazî yek ji kesayetiyên diyar ên karwanê xebata siyasî ya Kurdan a li Tirkiyeyê bû.
Wî salên dûr û dirêj ji temenê xwe ji bo parastina mafên gelê xwe derbas kirin û di vê rêyê de gelek qurbanî dan.
Ez hevparê xema malbat, kes û kar û hevalên wî me. Ji Xwedayê mezin hêvî dikim ku canê wî bi dilovaniya xwe şa bike û sebr û hedarê bide wan hemûyan.”



