Amed (Rûdaw) - Bi boneya salvegera jidayîkbûna Pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemed li Ameda Bakurê Kurdistanê gelek bernameyên pîrozkirinê hatin lidarxistin.
Tevî bernameyên li mizgeftan, "Tevgera Vexwendinê ya Ciwanan" jî li 16 cihên cuda yên bajêr bernameyên mewlûdê li dar xist.
Di bernameyan de 1455emîn rojbûna Hezretî Mihemed hat pîrozkirin.
Mewlûd û qesîdeyên Kurdî hatin xwendin
Di van çalakiyan de mewlûd û qesîdeyên Kurdî hatin xwendin û dia hatin kirin.
Her wiha li beşdaran ava fêkiyan hat belavkirin.
"Xilasî di rêya wî de ye"
Serokê Rêxistina HUDA PARê ya Navçeya Yenîşehîrê Mehmet Demîr li ser bernameyan axivî û got:
“Tevgera Vexwendinê ya Ciwanan ev bername li dar xistiye. Îro hemdem li 16 cihan heman bername tê lidarxistin."
Mehmet Demîr xwest ku çalakiyên wan zêdetir bibin û wiha pê de çû:
"Em dixwazin mînaka xwe ya herî mezin Resûlê Ekrem bi bîr bînin. Bila her kes bizanibe ku xilasî di rêya wî de ye.”
Welatiyan ji bo nexweşan şifa xwest
Welatiyê bi navê Mehmet Harman jî hestên xwe wiha anîn zimên:
“Îşev şeva mewlûdê ye, Rebbê Alemê me bide xatirê vê şevê. Rebbê Alemê me bide xatirê wî hebîbê jorîn. Înşelah Xwedê me û Umeta Mihemed bi tevahî biparêze.”
Welatiya bi navê Tuba Kayayê jî ji bo tenduristiya xwe dia kir û got:
“Ez nexweş im, min îşev ji xwe re şifa xwest. Min got Ya Rebbî ez rabim ser pêyên xwe, da ku ez karibim xwedîtî li zarokên xwe bikim."
Tuba Kayayê di berdewamiya axaftina xwe de got, "Ez ji zarokên xwe re hem dê me hem jî bav im. Înşelah di vê roja bixêr de Xwedê jî li gorî dilê min bide min.”
Welatî Ebdulkerîm Kaya jî qala girîngiya rojê kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir:
“Dema ew hatiye, dinya di tarîtiyê de bûye. Bi hatina wî dinya ronî bûye. Em jî dibêjin ev qendîl e. Ji bo wî em hatine cem hev, em weladeta wî bi bîr tînin û em kêfxweş dibin.”


