Hewlêr (Rûdaw) - Serok Barzanî di salvegera Enfala Behdînanê de ragihand, "Erkê ser milê dewleta Îraqê ye ku tezmînata hemû wan tawan û binpêkariyên li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin bide."
Îro 38 sal di ser qonaxa dawî ya tawana Enfalê re derbas dibin ku ew jî Enfala Behdînanê ye.
Enfala Behdînanê 25ê Tebaxa 1988an dest pê kir û 6ê Îlona heman salê bi dawî bû.
Serok Mesûd Barzanî di daxuyaniyekê de got:
"Di berdewamiya rêze tawanên rejîma berê ya Îraqê yên di sedsala 20an de, ji 25ê Tebaxa 1988an heta 6ê Îlona 1988an rejîma Îraqê pêngaveke nemirovane li beşeke zêde ya dever û gundên devera serbilind a Behdînanê bi rê ve bir.
Di wê planê de tawana kîmyabaran, girtin, kuştin, koçberkirina bi zorê û enfalkirina welatiyên bêtawan ji aliyê hêzên rejîma wê demê ya Îraqê ve hat bicihanîn.
Di encama wê tawana nemirovane de bi hezaran welatiyên Kurdistanê hatin kuştin, windakirin û koçberkirin û bi sedan gund jî hatin xerakirin û wêrankirin."
Îradeya polayî bi ser ket
Serok Barzanî her wiha diyar kir:
"Armanca sereke ya rejîmê ji wê tawana mezin guhertina demografiya Kurdistanê, bicihkirina siyaseta erda şewitî û şikandina îradeya gelê Kurdistanê bû.
Lê îradeya polayî ya gelê Kurdistanê ya ji bo mayîn û azadîxwaziyê bi ser ket û ew dijmin û tawanbar bûn ku rûxiyan û bûn gotinên rojên borî."
Serok Barzanî destnîşan kir:
"Di salvegera 38emîn a tawana Enfala Behdînanê de em hezar silavî ji bo giyanê pak ê şehîdên Enfala Behdînan, Germiyan û Barzanê û tevahiya şehîdên rêya azadiya Kurdistanê dişînin.
Di vê bibîranîna diltezîn de em radigihînin ku erkê ser milê dewleta Îraqê ye ku tezmînata hemû wan tawan û binpêkariyên li dijî gelê Kurdistanê hatine kirin bide."



