Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sûrê ya Amedê di pevçûneke bi çekan de 2 kes mirin û 5 kes jî birîndar bûn.
Bûyerê şeva borî li nêzîkî Pira Dehderî ya Amedê rû da.
Li gorî agahiyan, di navbera du koman de ji ber sedemeke ku hîn diyar nebûye nîqaş derketiye û nîqaş veguheriye pevçûna bi çekan.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûne cihê bûyerê.
Di kontrolên tîmên tenduristiyê de hatiye destnîşankirin ku kesek li cihê bûyerê miriye.
Di pevçûnê de destpêkê 6 kes birîndar bûbûn ku rewşa 3yan ji wan giran bû û birîndar bi ambulansan veguhastibûn nexweşxaneyên li bajêr.
Lê birîndarekî din jî li nexweşxaneyê mir.
Bi vî awayî hejmara miriyan derket 2yan û 5 kes jî birîndar in.
Polîsan li cihê bûyerê tedbîrên ewlehiyê standine û lêpirsîna li ser bûyerê berdewam dike.



