Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê Komeleya Dayîkên Aştiyê hat vekirin.
Gelek kes beşdarî vekirina komeleyê bûn û peyamên aştiyê hatin dayîn.
"Daxwaza me ew e ku deriyên zindanan vebin"
Dayîka Aştiyê Şîrîn Demirê di merasîma vekirinê de axivî.
Wê hêvî kir ku komele ji aştiya civakî re bibe alîkarû daxwazên xwe wiha anîn zimên:
“Karê her dayîkan û her kesên ku di vê rêyê de ked daye li wan pîroz be. Em hêvî dikin ku ev gav bibe wesîleya xêr, başî û azadiyê.
Daxwaza me ew e ku deriyên Îmraliyê û hemû girtîgehan vebin. Em aştî û azadiyê dixwazin, me ti carî şer nexwestiye.
Ev ked pîroz be, bi silametî, aştî û azadiyê tacîdar bibe.”
Piştî axaftinan qordeleya vekirinê ya avahiya komeleyê ji aliyê dayîkan ve hat birîn.
Peyamên parlamenterên DEM Partiyê
Parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnexê jî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî peyam belav kirin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê ŞirnexêMehmet Zekî Îrmez di peyama xwe de got:
"Dayîkên Aştiyê yên Botanê li Cizîrê ji bo xebatên civakî saziya xwe ava kir. Bi pêşengiya dayîkên xwe, em dê gav bi gav aştiyê ava bikin."
Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Uysal Aslanê wiha got:
"Dayîkên aştiyê yên ku êşa herî giran dîtine dîsa jî ji aştiyê dest berneda.
Dayîkên Kurdan ji êşa xwe hêvî, ji birînên xwe berxwedan û ji dengê xwe banga aştiyê afirandin.
Îro Dayîkên Aştiyê yên Botanê li Cizîrê saziya xwe vekir. Pîroz be, bila bibe hêvî û avakirina aştiyê.”


