Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê barana gur û teyrokê bandoreke neyînî li jiyana rojane kir.
Li navenda bajêr û navçeyan ji ber teyrokê erd bi temamî spî bû.
Di heman demê de zerer gihîşt zeviyên çandiniyê.
Dîmenên zivistanê hatin dîtin
Îro piştî barana gur li navenda bajarê Qersê teyrok bariya.
Teyrokê hinek gundê navendê û zeviyên çandiniyê spî kirin.
Di nava havînê de dîmenên zivistanê derketin holê.
Gundî neçar man ku teyroka li ber deriyên xwe paqij bikin.
Hat ragihandin ku ji ber teyrokê hinek zeviyên çandiniyê yên gundiyan jî zerer dîtiye.
Pergala kanalîzasyonê teqiya
Li hêla din, li navçeya Qamuşanê jî baraneke gur bariya.
Vê baranê jî bandoreke neyînî li jiyana rojane ya welatiyan kir.
Ji ber barana zêde, li kolan û kûçeyên navçeyê golên avê çêbûn.
Her wiha pergala kanalîzasyonê li hinek cihan teqiya.
Esnaf û dikandarên navçeyê ji bo ku av neçe nav dikanên wan, bi derfetên xwe ava li ber deriyên xwe paqij kir.
Baranê di hat û çûna otomobîlan de jî astengî çêkirin.



