Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê navdar ê Kurd Mehdî Zana ji ber nexweşiya xwe ya pişikê li nexweşxaneyê tê dermankirin lê rewşa wî giran e.
Şaredarê berê yê Amedê Mehdî Zana demeke dirêj e bi nexweşiya pişikê û tengnefesiyê ketiye.
Piştî ku rewşa wî xirab bû, ew rakirin nexweşxaneyeke taybet a li Amedê.
Bijîşkan ji ber giraniya rewşa wî, biryar da ku ew di beşa çavdêriya hûr de bimîne.
Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel li nexweşxaneyê Mehdî Zana ziayret kir û li ser rewşa wî agahî wergirtin.
Bayram Bozyel li ser rewşa tenduristiyê ya Mehdî Zana wiha got:
"Me doh li Nexweşxaneya Genesîsê ya Amedê Mehdî Zana ziayret kir. Me bi malbata wî re axivî û wan agahî dan me.
Bijîşk bi baldarî pê re mijûl dibin. Em jê re şifayê dixwazin."
Mehdî Zana kî ye?
Mehdî Zana sala 1940î ji dayîk bûye.
Ew di navbera salên 1978 û 1980yî de wekî Şaredarê Amedê xebitiye.
Mehdî Zana yek ji kesayetiyên naskirî yên siyaseta Kurd e.
Ew piştî Derbeya 12ê Îlonê hat girtin.
Ew bi salan di Girtîgeha Amedê de ma û rastî şkenceyên giran hat.
Mehdî Zana bi pirtûka xwe ya bi navê "Li Bende Be Amed" (Bekle Diyarbakir) jî tê naskirin.
Siyasetmedarê Kurd Mehdî Zana hevjînê Leyla Zanayê ye û ew bavê Rûken û Ronayê ye.



