Hewlêr (Rûdaw) - Doh Mamoste Seîd Çomlekê ku Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Kampa Mexmûrê bû, di otomobîla xwe de mirî hat dîtin.
Li gorî rapora Bijîşkî ya Dadê, Seîd Çomlek ji ber krîza dil canê xwe ji dest daye.
Seîd Çomlek doh saet 11:00an ji bo wergirtina benzînê bi otomobîla xwe çûbû Mexmûra jêrîn.
Piştî saet 11:45an ti agahî jê nehatiye wergirtin xelkê kampê dest bi lêgerînê kir.
Saet 18:20î otomobîla wî li seyrangeha Mexmûra jêrîn hat dîtin.
Rapora Bijîşkî ya Dadê
Dema ku aliyên pêwendîdar gihiştin cihê bûyerê, dît ku Seîd Çomlek di otomobîlê de canê xwe ji dest daye.
Li ser bedena wî ti şopên lêdanê nehatin dîtin.
Tîmên pêwendîdar termê wî ji bo lêkolînê veguhast Bijîşkiya Dadê ya Mûsilê.
Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Kampa Mexmûrê Bêwar Unver li ser bûyerê agahî dan.
Bêwar Unver diyar kir ku li gorî rapora destpêkê, Seîd Çomlek ji ber krîza dil canê xwe ji dest daye.
Unver da zanîn ku berê jî nexweşiyên Çomlek ên dil û tansiyonê hebûn.
Her wiha wî çend caran emeliyat derbas kiribûn û gurçikeke wî jî hatibû derxistin.
Lêkolînên li ser bûyerê hîn jî didomin.



