Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çinarê ya parêzgeha Amedê mînîbusekê ji paş ve li traktorekê xist û di qezayê de 2 kes mirin û 6 kes jî birîndar bûn.
Mînîbusa ku I.U. diajot li ser rêya Mêrdîn û Amedê li nêzîkî gundê Beşpinarê yê Çinarê ji paş ve li traktora ku N.B. diajot qelibî.
Ji ber lêdanê mînîbus ji rê derket û qulibî.
Di qezayê de 2 kes mirin û 6 kesên din jî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, agirvemirandinê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê birîndaran bi ambulansan birin nexweşxaneyên li Amedê.
Hêzên ewlehiyê li ser qezayê dest bi lêpirsînê kir.



