Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Çemçemalê ya parêzgeha Silêmaniyê erdhejek çêbû.
Navenda Erdhejnasiyê ya Ewropa û Deryaya Navîn (EMSC) ragihand ku erdheja li navçeya Çemçemalê ya parêzgeha Silêmaniyê bi hêza 3,9 pileyan bûye.
Erdhej îro derdora saet 01:30î rû da.
Bi sedan welatiyan ji Rûdawê re ragihand ku wan hest bi hejîneke xurt kiriye.
Her wiha welatiyan diyar kir ku dema erdhejê dengekî bixof hatiye bihîstin.
Li gorî vîdeoyên ku ji Rûdawê re hatine şandin, erdhejê hejîneke xurt çêkiriye û dengekî mezin jê derketiye.
EMSCyê da zanîn ku kûrahiya erdhejê 10,6 kîlometre di bin erdê de bûye.
Piştî 3 saetan, derdora saet 04:00an, şêniyên Çemçemalê ragihand ku erdhejeke din çêbûye.
Li ser erdheja duyem hîn agahiyên hûr nehatin bidestxistin.



.webp&w=3840&q=75)