Hewlêr (Rûdaw) - Kolberê bi navê Mûsa Zîbapûrê ji Pîranşarê li ser sînorê Hengejalê yê Baneyê bi guleyên hêzên ewlehiyê yên Îranê hat kuştin.
Li gorî agahiyên Rûdawê, Mûsa Zîbapûr saet 16:00an ji aliyê hêzên parêzvanên sînor ên Îranê ve hat gulebarankirin.
Mûsa Zîbapûr zewicî bû û bavê 3 zarokan bû.
Ev ne cara ewil bû ku hêzên Îranê guleyan li Mûsa Zîbapûr direşînin.
Mûsa Zîbapûr sala 2021ê li ser sînorê Maşkanê yê Pîranşarê dîsa hatibû gulebarankirin û wê demê bi xedarî birîndar bûbû.
Cenazeyê Mûsa Zîbapûr birin Tiba Dadî ya Pîranşarê û dê paşê were veşartin.



