Qamişlo (Rûdaw) - 50 malbatên Kurd ên ku xwest vegerin Serê Kaniyê rastî êrişan hatin.
Ev malbat neçar man careke din vegerin kampên li Hisîçayê.
Koçberên Kurd ji bo vegerê li benda garantiyên nû ne.
Karwana vegerê rastî êrişan hat
10ê Tebaxê karwanekî koçberan berê xwe da Serê Kaniyê.
Ev karwan ji 409 malbatan pêk dihat û 50 ji wan malbatên Kurd bûn.
Lê belê piştî ku gihîştin bajarê xwe rastî êrişan hatin.
Her 50 malbatên Kurd ji ber nebûna ewlehiyê dîsa vegeriyan kampên xwe yên li Hisîçayê.
"Mala me bi temamî xera kirine"
Behiya Ehmed yek ji wan koçberan e ku bi karwanê re çûbû Serê Kaniyê.
Wê xwest biçe mala xwe lê dît ku mala wê hatiye wêrankirin û bajar ne aram e.
Erebên hawirde û komên çekdar ji wan xwestiye ku zû ji bajêr derkevin.
Behiyayê dît ku derî, pencere û heta kabloyên mala wê jî hatine dizîn.
Wê li ser rewşa mala xwe got, "Mala me bi temamî xera kirine. Em dîsa jî qebûl dikin lê bila ew ji wir derkevin da ku em bi serbestî û aramî vegerin malên xwe."
"Ev ji bo doza Kurdan e"
Tevî hemû zehmetiyan jî Behiya Ehmed ji hewla vegera xwe ne poşman e.
Wê ku ev 8 sal in di kampê de dijî, hestên xwe wisa anîn zimên:
"Ez ne poşman im. Ev yek ji bo dozekê ye, ji bo welatekî ye. Ne xeme ku ez 8 salan di kampê de derbas dikim, ev ji bo doza Kurdan e."
"Divê hesab ji êrişkaran bê xwestin"
Endamê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Ciwan Îso jî li ser bûyeran axivî.
Wî destnîşan kir ku tevî hevahengiya bi hikûmetê re jî dema koçber gihîştine malên xwe rastî êrişan hatine û got:
"Piştî van bûyeran eşkere bû ku rewş li wir ne aram e. Saziyên ewlehiyê, yên leşkerî û îdarî bi erkê xwe ranebûn."
Wî daxwaz kir ku rastiya van bûyeran eşkere bibe û hesab ji êrişkaran bê xwestin.
Ciwan Îso her wiha destnîşan kir ku divê bajar û gundewar bi temamî bibin aram û parastina koçberan bê kirin.


