Hewlêr (Rûdaw) - Karwanekî alîkariyê ku ji bo Filistînê bi rê ketiye, li Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîlê asê maye.
Ev koma ku ji 313 çalakvanan pêk tê, ji roja sêşemê ve li sînor hatiye rawestandin.
Çalakvan dixwazin di ser Herêma Kurdistanê û Îraqê re derbasî Urdinê bibin û ji wir jî biçin Filistînê.
Lê ji ber ku vîzeyên wan ên derbasbûnê nînin, rê bi wan nayê dayîn ku derbas bibin.
Pirsgirêk di destê kê de ye?
Rayedarên Herêma Kurdistanê diyar kir ku desthilata dayîna vîzeya transîtê di destê hikûmeta Îraqê de ye.
Hikûmeta Îraqê jî dibêje, ew derî ne di bin desthilata wan de ye.
Birêvebiriya Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîlê li ser mijarê ji Rûdawê re axivî.
Birêvebiriyê da zanîn ku pirsgirêka vîzeya derbasbûnê ya hinek ji çalakvanan heye û ev mijar di destê Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê de ye, ne di destê Herêma Kurdistanê de ye.
Rêwîtiya 5 hezar û 500 kîlometreyî
Ev karwan ji Ewropayê, bi taybetî ji Bosna û Hersekê bi rê ketiye.
Heta niha 7 welat derbas kirine û 5 hezar û 500 kîlometre rê biriye.
Nêzîkî hezar û 700 kîlometreyên wan mane ku bigihîjin Filistînê.
Karwan ji 6 otobus û 25 otomobîlan pêk tê û çalakvan ji 20 welatên cuda ne.
Çalakvan Yaşar Yavuz qala rewşa xwe kir û got:
"Em hatin Herêma Kurdistana Îraqê. Destpêkê em di deriyê Xabûrê re derbasî hundir bûn, piştre em gihîştin Deriyê Îbrahîm Xelîlê. Kar û barên pasaportan hatin kirin û ji me re gotin 'li bendê bin'.
Paşê gotin nabe hûn derbas bibin. Ji wê demê ve em li vir li bendê ne."
Rojnameger Furkan Çalişkan jî anî zimên ku ew li dijî siyasetên Îsraîlê ketine rê û wiha axivî:
"Hewl didin li Kerta Rojava Xezeyeke nû çêbikin. Em li dijî siyaseta talan û diziyê ya Îsraîlê ketine rê."
Çalakvan li benda çareseriyê ne
Endama Desteya Alîkariyê ya ji bo Filistînê Merve Nûrê jî destnîşan kir ku niyeta wan aştiyane ye û got:
"Bi rastî belge û rêkarên me yên yasayî hatine temamkirin. Em tenê bi awayekî aştiyane û sivîl daxwaza derbasbûnê dikin. Em ne alîgirê aloziyê ne û daxwazeke me ya taybet jî nîne."
Endamekî din ê desteyê Davut Taşka jî hêviya xwe ya ji bo çareseriyê anî zimên û got:
"Ne Herêma Kurdistanê û ne jî Bexda, em bawer nakin ku em dê li gel wan rûbirûyî rewşeke wiha bibin. Em bi aramî li bendê ne û bi hêviya Xwedê ew aliyê ku destwerdan kiriye dê eşkere bibe."
Çalakvan daxwazê ji rayedarên Herêma Kurdistanê û Îraqê dikin ku pirsgirêka wan çareser bikin û destûrê bidin wan da ku derbas bibin.


