Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê di şerê du aliyan ê bi kêr û çekan de 3 kes birîndar bûn.
Doh li ser rêya bajarokê Hoxê yê Xarpêtê, di navbera du aliyan de ji ber sedemeke ne diyar pevçûn derket û her du aliyan bi kêr û çekan êrişî hev kir.
Di pevçûnê de ji her du aliyan 3 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê her 3 birîndar veguhastin nexweşxaneyên cuda yên Xarpêtê.
Cendirmeyan ji bo desteserkirina gumanbarên ku ji cihê bûyerê reviyane dest bi xebatê kir.



