Kerkûk (Rûdaw) - Li gundê Topzawayê yê Kerkûkê li ser zeviyên çandiniyê xendek hatin kolan û bend hatin çêkirin.
Piştî vê bûyerê, Desteya Hilberînê ya Kerkûkê û Fermandariya Operasyonan du komîteyên cuda yên lêkolînê ava kirin.
Li ser giliyê cotkaran, komîteyeke girêdayî Desteya Hilberînê ya Kerkûkê çû zeviyên li gundê Topzawayê û lêkolîn kir.
"Hêzên ewlehiyê zext li hilberîneran kiriye"
Cotkaran diyar kir ku hilberînerek li herêmê projeyekê pêk tîne.
Li gorî gotina cotkaran, wî hilberînerî kepçe û makîneyên kar daye artêşa Îraqê û bi van makîneyan xendek li ser zeviyên wan hatine kolan.
Cotkaran destnîşan kir ku belgeyên wan ên fermî hene û zevî bi xwe yên wan in.
Serokê Desteya Hilberînê ya Kerkûkê Dîler Zeydan bi cotkar û hilberîner re rûnişt û daxuyaniyek da.
Dîler Zeydan got, "Hatiye tespîtkirin ku hêzên ewlehiyê bi zextê makîneyên kar ên hilberîner bi kar anîne û xendek kolane."
180 heta 200 donim zevî hatine vegirtin
Hat diyarkirin ku hêzên Îraqê qadeke bi qasî 180 heta 200 donimî vegirtiye.
Hêzên Îraqê îdia dikin ku ew zevî yên Wezareta Parastinê ya Îraqê ne.
Lê cotkar vê yekê red dikin û li gorî wan ev hewleke nû ya destdanîna li ser zeviyan e.
Li aliyê din, komîteyeke Fermandariya Operasyonên Kerkûkê jî li herêmê lêkolîn kir.
Ferîdûn Nasih li ser navê cotkarên Topzawayê axivî û encama lêkolînê nirxand.
Wî da zanîn ku komîteyê ji wan re gotiye vegirtina zeviyan bi vî rengî "xeletiyek e".
Ferîdûn Nasih anî zimên ku di destê hêzên Îraqê de tenê sê tapû hene ku ew jî bi giştî 12 donim in lê wan qadeke gelekî firehtir vegirtiye.
Cotkar dilgiran in
Cotkarên Kurd ên li herêmê ji kiryarên artêşê dilgiran in.
Ew difikirin ku ev yek dibe destpêka destdanîna li ser zeviyên din.
Cotkar dixwazin ku zevî radestî xwediyên wan ên rasteqîn werin kirin.
Ji bo vê yekê jî daxwaz dikin ku yasaya hejmar 3yê ya ku biryarên Encumena Serkirdetiya Şoreşê ya berê betal dike, bê bicihkirin.



