Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Eyyubiyeyê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 5 otomobîl li hev qelibîn û di qezayê de 7 kes birîndar bûn.
Li Taxa Eyub Nebiyê ya navçeya Eyyubiyeyê, li ser rêya navçeya Kaniya Xezalan 5 otomobîl li hev qelibîn.
Di qezayê de Zehra Aya 44 salî, Mehmet Ayê 48 salî, Buşra Aya 18 salî, Asiye A.ya 27 salî, Enes Ayê 10 salî, Nisanur Aya 27 salî û Mahmut Zyê 7 salî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê qezayê.
Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Rihayê.


