Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sehneyê ya parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê di teqîna gazê de kesek mir û 3 kes jî birîndar bûn.
Şêniyekî ji Sehneyê ji Rûdawê re ragihand ku danê nîvro li stasyoneke gazê dema dagirtina otomobîlekê teqiyaye.
Li gorî gotina wî kesî, di teqînê de kesek miriye û 3 kes jî bi giranî birîndar bûne.
Di teqînê de otomobîlek bi temamî şewitî û 3 otomobîlan jî zerer dît.
Her wiha zerereke zêde gihîşt stasyona gazê jî.
Tîmên agirvemirandinê çûne cihê bûyerê û wan agir kontrol kiriye.
Qaymeqamê Sehneyê Xulampirêza Şehbazî eşkere kir ku zerereke zêde gihîştiye stasyonê.
Şehbazî da zanîn ku rewşa tenduristiyê ya birîndaran nebaş e û ew veguhastine nexweşxaneyê.
Li gorî amarên Rêxistina Hawarçûna Tenduristiyê ya Îranê, di 10 salan de nêzîkî 1000 kesî ji ber bijehrêketin û teqîna gazê mirine.
Her wiha di nav wan 10 salan de 7 hezar kes jî birîndar bûne.



