Hewlêr (Rûdaw) - Li Amedê van demên dawiyê ji ber dengê zêde yê muzîkê gilî zêde bûne.
Welatî ji bo giliyan herî zêde li CÎMER û Alo 181ê digerin.
Rayedaran hişyarî da cihên ku muzîka zindî dikin.
Hat ragihandin ku cihên ku muzîka zindî dikin divê "Belgeya Destûra Muzîkê" bistînin.
Eger belgeya wan tune be dê cezayê îdarî li wan bê birîn.
Gilî zêde bûn
Amed dîrok û çanda xwe û her wiha bi jiyana xwe ya civakî derdikeve pêş.
Lê belê li kafe, xwaringeh, salonên dawetan û cihên şahiyan deng bilind ê muzîkê carinan dibe sedema aciziyê.
Hat diyarkirin ku ji ber vê yekê giliyên welatiyan gelekî zêde bûne.
Di serlêdanên CÎMER û Alo 181ê de îxbarên li ser muzîka bi dengê bilind hene.
Welatî didin zanîn ku muzîka bi dengê bilind a ku heta derengiya şevê didome wan gelekî aciz dike.
Ji bo muzîka zindî belge mecbûrî ye
Rayedaran bi bîr xist ku divê hemû cihên kar ên ku ji bo şahiyan muzîka zindî dikin "Belgeya Destûra Muzîkê" bistînin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku weşana muzîkê ya bêbelge li dijî qanûnan e.
Her wiha hat diyarkirin ku divê cihên bi belge jî li gorî saetên diyarkirî û sînorên deng tev bigerin.
Dê ceza li cihên kar bê birîn
Birêvebiriya Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ya Parêzgehê û saziyên pêwendîdar kontrolan dikin.
Di van kontrolan de cihên ku bêbelge muzîkê dikin yan jî sînorê deng derbas dikin tên tesbîtkirin.
Hat ragihandin ku li gorî Qanûna Hawirdorê ya hejmar 2872yan cezayê îdarî li wan tê birîn.
Hat zanîn ku ev ceza dikare bigihîje bi sed hezaran lîreyan.
Rayedaran ji cihên kar xwest ku belgeyên xwe yên pêwîst temam bikin û li gorî qanûnan bixebitin.



