Hewlêr (Rûdaw) - Derhêner û çalakvanê sivîl Sedat Kiran û kal û pîrên Qerejdaxî li navçeya Siwêregê ya Rihaya Bakurê Kurdistanê karekî nû û taybet dikin.
Sedat Kiran 3 sal in li zozan, deşt, newal û bestên Çiyayê Qerejdaxê digere û nêzîkî 750 giya, kulîlk û darên cur bi cur bi wêne û vîdeo tomar kirine.
Navên wan ên bi Kurdî yek bi yek ji kal û pîran pirs dike û dinivîse. Armanca Kiran ew e, hemû giyayên li Qerejdaxê bi wêne, nav û taybetiyên wan di pirtûkekê de çap bike.
“Ez wêneyên wan jî digirim û bi nav dikim”
Sedat Kiran li ser kar û xebatên xwe got:
“Em darin ji kal, îxtiyar, şivan, gavan û rêncberan dipirsin. Em kê dibînin em dipirsin. Em ji bo xebateke nebatan a bi navên Kurdî dixebitin.
Ez wêneyên wan jî digirim û bi nav dikim. Em li gundên Çiyayê Qerejdaxê gişkî digerin. Em ê pirtûkekê amade bikin.”
Kiran dibêje ku giyayên li herêmê ji bo xwarin û tenduristiyê jî tên bikaranîn û dê ev taybetiyên giyayan jî di pirtûkê de cih bigrin.
Sedat Kiran derbarê cureyên hinek giyayan jî anî zimên:
“Ev nebat li zinaran şîn dibe. Ev nebata ji cûreyên karî ye. Cûreyên kariyan pir in. Ev jî kariya zinaran e.
Li zinaran şîn dibe. Wexta meha adarê destpêka biharê, ev pincar şîn dibe, pelên wê şîn dibin.”
Di vê xebatê de çavkaniya sereke ya Kiran kal û pîrên herêma Qerejdaxê ne ku li xwezayê piştgiriya lêkolîna wî dibin.
Eliyê Qerejdaxî li ser hinek darên li herêmê ev agahî dan:
“Li vê derê behîv heye, zerdele heye, tihok heye, hirmî heye, berû heye, mazî heye, hesindar heye, qizwan heye, bizo heye, bî heye, tuşûmî heye, civîrtî heye, qewax heye, binav heye, gez heye.”
Qerejdax di navbera bajarên Riha, Amed û Mêrdînê de qadeke berfireh e û xwezayeke wê ya dewlemend heye.
Qerejdax ji bilî giya, pincar û kulîlkên cur bi cur di folklor, destan û çîrokên Kurdî de xwedî cihekî taybet e.


