Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Hêza Parastina Êzidxanê radigihîne ku piştî 12 salan êdî dema wê hatiye "civaka Êzidî" derbasî qonaxa bi dest xistina mafên xwe bibe.
Ew rexneyan li hikûmeta Îraqê, Herêma Kurdistanê û civaka navneteweyî digire û dibêje ev alî di asta dosyeya Şingalê de "xemsar" bûne.
"Dema gazinkirinê xelas bûye"
Fermandarê Hêza Parastina Êzidxanê Heyder Şeşo, bû mêhvanê bultena Rûdawê û ragihand ku hikûmeta Îraqê û civaka navneteweyî "li ser bingeha berjewendiyên xwe" nêzîkî dosyeya Êzidiyan bûne û got:
"Em êdî gazinan nakin. Bi rastî dema gazinkirinê xelas bûye. Divê em daxwaza mafên xwe bikin. Em dê dest ji mafên xwe bernedin heta ku wekî hemû pêkhateyan nêzîkî Êzidiyan bibin."
Rexne li berpirsên Êzidî girtin
Wî fermandarê Êzidî rexne li berpirsên Êzidî jî girtin û wî ew berpirs jî ji rewşa niha ya civakê berpirs dîtin û got:
"Ez dikarim bibêjim berpirsên Êzidî jî berpirsyariya xwe hilnegirt. Çimkî ew di xizmetkirina gelê xwe û gihandina êşên vî miletî de xemsar bûn."
Peymana asayîkirina Şingalê
Heyder Şeşo di wê baweriyê de ye ku çarenivîsa Êzidiyan bi peymanên navbera Hewlêr û Bexdayê ve girêdayî ye.
Lê wî anî zimên ku mixabin her du alî jî xemsar bûn û erkê xwe wekî pêwîst bi cih neanîn.
Heyder Şeşo tekez kir ku peymana asayîkirina rewşa Şingalê heta niha nehatiye bicihkirin.
Wî destnîşan kir ku îradeya xelkê Şingalê li ber çavan nehatiye girtin û got:
"Gelek caran dema ku dosyeya Şingalê tê vekirin, em dibînin ku berpirsên Şingalê û xelkê wê yê resen nayên vexwendin."
Li ser komên çekdar
Şeşo li ser komên çekdar ên li Şingalê, wê yekê red dike ku qaşo ew rêgir in li ber avadankirina Şingalê.
Heyder Şeşo axaftina xwe wiha qedand:
"Ew li derveyî fermana hikûmeta Îraqê nînin û li Şingalê bêyî fermana hikûmetê nemane.
Eger em qala Heşdî Şebiyê bikin, ew îro beşek ji hêzên ewlehiyê yên Îraqê ne. Loma em nikarin bibêjin ew grûpeke li derveyî yasayê ne."


