Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Partiya Teqedumê Mihemed Helbûsî li Hewlêr civiyan.
Di hevdîtinê de girîngiya hevkariya aliyên siyasî hat gotûbêjkirin.
Hevdîtina li Hewlêrê
Ofîsa Serokwezîriyê li ser hevdîtinê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê Serokê Partiya Teqedumê Mihemed Helbûsî û şandeya pê re qebûl kirin.
Her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya bipêşxistina pêwendiyan kir.
Wan anî zimên ku divê hevahengî û hevkariya aliyên siyasî yên Îraqê hebe.
Bi gotina wan bi vî awayî ew dê karibin xurtir pirsgirêkan çareser bikin û astengiyan derbas bikin.
Parastina pergala demokratîk
Di hevdîtinê de her du alî li ser parastina pergala demokratîk û federal a Îraqê hevnêrîn bûn.
Her wiha wan piştgiriya xwe ya ji bo hikûmeta federal nîşan da.
Mersûr Barzanî û Helbûsî destnîşan kir ku divê mafên destûrî yên hemû pêkhateyan werin parastin.
Wan xwest ku xizmeteke dadperwerane û bêyî cudahî bigihîje hemû welatiyên Îraqê.



