Amed (Rûdaw) - Ji ber germa zêde bajarê geştûguzariyê Amed di tîrmehê de bê geştiyar ma.
Li kuçe û kolanên Amedê hema hema ti koma geştiyaran li ber çavan nakeve.
Li bajêr hem otêl û hem jî kolan ji geştiyaran xalî ne. Hem dikandar û hem jî xwediyên sektorên turîzmê ji rewşê bi gazinc in.
Ew dibêjin ku di tîrmeh û tebaxê de hejmara geştiyaran ji sedî 80 dadikeve û divê çareyek ji vê rewşê re were dîtin.
Hejmara geştiyaran gelekî kêm e
Ameda ku bajarê geştûguzariyê ye, ji ber germa zêde dikele. Amed ji ber zêdebûna pileyên germê bêgeştiyar ma.
Di vê mehê de li cih û warên dîrokî geştiyar ew qas kêm in ku mirov dikare wan bi tiliyan bijmêre.
Di 5 mehên destpêkê yên sala 2026an de 847 hezar geştiyarî serdana Amedê kiriye.
Lê belê di vê mehê de hema hema ti geştiyar li ber çavan nakevin. Ev yek bandoreke xirab li ser dikandaran dike.
Dikandar û esnaf bi gazinc in
Dikandar Mam Gulî li ser rewşê got, “Ev 18 sal in ez li vê derê me. Di meha 7an de, sala ku geştiyar herî zêde kêm bûne îsal e.
Hem ji aliyê geştiyarên navxweyî ve hem jî ji aliyê yên biyanî ve meha herî xirab ev meh e, ango îsal e.”
Dikandar Mihemed Aslan jî wiha axivî, “Em dizanin ku ji ber van german e, dibêjin 40 pile ye.
Kes nikare li ber vê germê bisekine. Hûn bi xwe jî dibînin, li kuçeyê kes nîne.”
Dikandar Îslam Ulus jî diyar kir, “Karên me ji sedî 80-90î ketine. Em dikarin wisa bibêjin.”
Krîz dikare bibe derfet
Otêlvanên Amedê jî herî zêde ji mehên tîrmeh û tebaxê bi gazinc in.
Li bajêr nêzîkî 10 hezar nivînên razanê hene lê ji ber nebûna geştiyaran niha piraniya wan vala mane.
Serokê Komeleya Otêlvan û Acenteyên Turîzmê yên Mezopotamyayê (METOSAD) Weysî Kaya destnîşan wiha anî zimên:
“Mehên tîrmeh û tebaxê xirab in lê em dikarin vê qeyrana turîzmê veguherînin fersendê jî.
Ji bo karsazan ev mehên taybet in. Bo nimûne li Diyarbekirê Aqua Parkeke mezin nîn e.
Ger hûn vekin û tesîsên mezin ên betlaneyê li Amedê ava bikin, evder dê di van mehan de jî bibe navenda geştiyariyê.”
Di destpêka meha îlonê de, bi hênikbûna hewayê re tê çaverêkirin ku careke din sezona geştyariyê li Amedê zindî bibe.


