Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kanîreşê ya parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê di navbera du koman de pevçûn derket.
Di pevçûnê de 9 kes birîndar bûn ku rewşa yekî dijwar e.
Li gorî agahiyan, li gundê Çirikê yê navçeya Kanîreşê ji ber sedemeke ku hîn nayê zanîn di navbera du koman de nîqaş derket.
Nîqaşa di navbera wan de piştî demekê mezin bû û veguherî pevçûnê.
Çek û dar hatin bikaranîn
Dema ku nîqaş mezin bû çek, kevir û dar hatin bikaranîn.
Di pevçûnê de 9 kes birîndar bûn.
Li ser agahdarkirina xelkê, tîmên tenduristiyê û cendirme yekser çûn cihê bûyerê.
Tîman birîndar bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Kanîreşê.
Rewşa kesekî giran e
Hat zanîn ku kesê bi navê T.Ç. bi çekê hatiye birîndarkirin û rewşa wî giran e.
Lêkolîn û lêpirsîna hêzên ewlehiyê ya li ser bûyerê berdewam dikin.



