Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Akin Gurlek ragihand ku ji bo ronîkirina aqûbeta Gulistan Dokuyê lêpirsîn didome.
Di çarçoveya lêpirsînê de operasyonên nû hatin kirin û 15 gumanbar hatin girtin.
Xwendekara zanîngehê Gulistan Doku ji 5ê Kanûna Paşîn a 2020î ve li Dêrsimê winda ye û heta niha çarenivîsa wê ne diyar e.
Akin Gurlek li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da.
Gurlek destnîşan kir ku Serdozgeriyên Komarê yên Dêrsim û Erziromê li ser mijarê lêpirsînan dimeşînin.
Gurlek da zanîn ku ev lêpirsîn bi Wezareta Karên Navxwe re di nav hevahengiyeke tam de, bi gelek aliyan û bi hûrgilî didomin.
Hûrgiliyên pêla nû ya operasyonan
Gurlek hûrgiliyên operasyonên vê hefteyê parve kirin û wî ev operasyon wekî "pêla nû" bi nav kir û got:
"Derbarê 32 gumanbaran de kar û barên dadî hatin destpêkirin. 15 gumanbar hatin girtin.
Derbarê 14 gumanbaran de biryara kontrola dadî hat dayîn.
Gumanbarekî ku bi bultena sor dihat lêgerîn hat girtin û pêvajoya radestkirina wî ya ji bo Tirkiyeyê dest pê kir.
Her wiha kar û barên desteserkirinê yên 2 gumanbaran jî didomin."
"Qeydên dîjîtal û delîl bi hûrgilî tên vekolîn"
Wezîr Gurlek bal kişand ser aliyê teknîkî yê lêpirsînê û wiha axivî:
"Qeydên HTSyê (Lêgerîna Trafîkê ya Dîrokî) û qeydên bingehîn ên tengkirî, dîmenên kamerayan û materyalên dîjîtal bi hûrgilî tên vekolîn.
Her wiha tevgerên darayî, amarên nexweşxaneyê, wesayît, DNA û daneyên krîmînal jî bi heman awayî tên lêkolînkirin.
Xebatên ji bo vegerandina qeydên hatine jêbirin an jî guhertî didomin.
Em hewl didin hemû delîlan bi temamî bi dest bixin da ku rastiya madî derkeve holê.
Bi vê boneyê, ez spasiya Serdozgeriyên me yên Komarê yên Dêrsim û Erziromê dikim ku bi fedakariyeke mezin lêpirsînan koordîne dikin.
Her wiha ez spasiya rêxistinên me yên Ewlehî û Cendirmeyan, bi taybetî tîmên me yên JASATê (Tîma Lêkolîna Sucan a Cendirmeyan), Serokatiya me ya KOMê (Serokatiya Dijî Qaçaxçîtiyê û Tawanên Rêxistinkirî), MASAKê (Lijneya Lêpirsîna Tawanên Darayî) û Saziya me ya Bijîşkiya Dadî dikim.
"Em dê destûrê nedin ku serê rastiyê bê girtin"
Encam bi ku ve diçe bila biçe, em dê destûrê nedin ku serê rastiya madî bê girtin.
Heta ku aqûbeta Gulistan Dokuyê bi hemû aliyên xwe ve neyê ronîkirin, em dê dev ji vê dosyeyê bernedin.
Divê berpirsiyar li ber edaletê hesab bidin û heta wê rojê em dê li pey vê dosyeyê bin."



