Hewlêr (Rûdaw) - Vîdeoya Rûdawê ya ku rastiya vîdeoyeke bi hişê çêkirî lêkolîn dike, di nava kêmtirî 24 saetan de gihîşt zêdetirî 250 milyon temaşevanan.
Medyaya Dîjîtal a Rûdawê ev vîdeo 23yê Tîrmehê belav kir.
Hejmara temaşevanên vîdeoyê her ku diçe zêde dibe. Heta niha zêdetirî 8 milyonan "like" û nêzîkî 100 hezar şiroveyan ji bo vîdeoyê hatine kirin.
Rekora dîrokî ya li ser Facebookê
Rûdawê li ser amarên Metayê û lêkolînên xwe ragihand ku ev vîdeo sala 2026an li ser Facebookê bûye yek ji wan naverokên ku herî zêde hatine temaşekirin.
Her wiha ev vîdeo di dîroka platformê de ketiye nav rêzên herî jor ên temaşekirinê.
Lêkolîna li ser hişê çêkirî
Di vîdeoyê de rastiya dîmenên du barhilgiran hat lêkolînkirin ku demên dawî li ser torên civakî deng vedabû.
Di dîmenan de dihat dîtin ku ajokarekî barhilgirê ji bo ku rê li ber qulibîna barhilgireke din a ku tekerê wê teqiyaye bigire, wesayîta xwe nêzîkî wê dike û piştgiriyê didê.
Ev dîmen bi milyonan caran hatibûn parvekirin û wekî "mînaka qehremaniyê" hatibûn nîşandan.
Rastiya bûyerê
Di lêkolîna Rûdawê de hat piştrastkirin ku ev bûyer li bajarê Dimyatê yê Misirê qewimiye û navê ajokar Emad Celal e.
Lê belê hat tesbîtkirin ku ew dîmenên ku li ser torên civakî belav bûne, bi hişê çêkirî ji nû ve hatine hilberandin.
Şopên hişê çêkirî
Li gorî lêkolîna Rûdawê, di vîdeoyê de gelek nakokî hene ku nîşan didin bi hişê çêkirî hatiye amadekirin.
Guherîna ji nişka ve ya logoyên li ser barhilgiran, derketina tiştên ku divê li ser rê nebin, nexwendina nivîs û plakayan, lerizîna li ser rûyê dîmenan û tevgerên li dijî qanûnên fîzîkê wekî şopên hişê çêkirî hatin nîşandan.
Rûdaw di çarçoveya xebata xwe ya piştrastkirinê de hem gihîşt qehremanê rasteqîn ê bûyerê û hem jî eşkere kir ku ew dîmenên li ser torên civakî bi hişê çêkirî hatine manîpulekirin.



