Hewlêr (Rûdaw) - Xêrxwazên Kurd li hemberî rondikên Xaltîka Eynê bê deng neman û gihiştin hawara wê.
Piştî dîmenên Xaltîka Eynê yên ku li ser çêleka xwe ya mirarbûyî digiriya li ser medyaya civakî belav bûn, gelek kesan ji bo alîkariyê pêwendî bi malbatê re kiribû.
Komeleya "Hêviya Dawî ya li Dinyayê" ji Wanê 2 çêlek û 2 golik gihandin gundê Kuneroviyê yê Geverê û dane malbatê.
Serokê Komeleya Hêviya Dawî ya li Dinyayê got ku ew hewl didin alîkariyê bigihînin hewceyan û got:
“Wele xaltîk jî şa bû û em jî şa bûn. Kê şandibe û kê anîbe Xwedê xêra wî qebûl bike.
Dayîka 7 zarokan Xaltîka Eynê ji ber mirarbûna çêleka xwe ya ku yekane çavkaniya debarê wê bû xemgîn bûbû lê xêrxwazan xemgîniya wê veguherand kêfxweşiyê.
Xaltîka Eynê got ku kurê wê ji ber çêlekê giriyaye û ew jî ji bo kurê xwe xemgîn bûye û got, “Ez mam di xema kurê xwe de.”
Ferheng Ozbekên kurê Xaltîka Eynê jî anî zimên ku malbatê debara xwe bi vê çêleka xwe dikir
22yê Tîrmehê li gundê Kuneroviyê yê Gevera Bakurê Kurdistanê, çêleka Xaltîka Eynê ji kendalê 200 metreyî ket û mirar bû.
Piştî belavbûna dîmenên dilşewat gelek sazî û kesayetiyan xwest alîkariyê bidin malbatê.
Vê yekê jî nîşan da ku gelê Kurd heta niha nirxên xwe yên civakî diparêze û li ser kevneşopiyên xwe ye.


