Hewlêr (Rûdaw) - Dijîterora Kurdistanê ragihand ku îro 5 dronên bombebarkirî li asmanê Hewlêrê ji aliyê hêzên Hevpeymanan ve hatine xistin.
Dijîterora Kurdistanê li ser êrişan daxuyaniyek belav kir û da zanîn:
"Di navbera saet 09:32 û 09:45an de, hêzên Hevpeymanan 5 dronên bombebarkirî li asmanê Hewlêrê xistin."
Dijîterora Kurdistanê destnîşan kir ku ew dron ji rojavayê parêzgeha Hewlêrê ve hatine şandin.
Her wiha hat ragihandin ku di xistina dronan de ti zererên canî çênebûne.
Li gorî şopandina Tora Medyayî ya Rûdawê, ji destpêka şer a 28ê Sibatê ve heta niha zêdetirî 930 dron û mûşekan Herêma Kurdistanê bombebaran kiriye.
Ji ber van êrişan heta niha 32 kes şehîd ketine û nêzîkî 150 kesî jî birîndar bûne.



