Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Zarûşadê ya parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê, ji ber lêdana birûskê 26 pez mirar bûn.
Di demjimêrên êvarê de li navçeyê baraneke gur dest pê kir.
Vê baranê li hinek herêmên bilind bandoreke neyînî li jiyana rojane kir.
Li zozanên Zarûşadê dema ku keriyê pez ê Haldem Kaya li çolê dihat çêrandin birûskê lê xist.
Di encama vê bûyerê de 26 ajalên hûr (pez) mirar bûn.
Hat zanîn ku tîmên Birêvebiriya Çandinî û Daristanan a parêzgehê dê herin herêmê da ku li ser bûyerê lêkolînê bikin.



