Kobanî (Rûdaw) - Kêmbûna elektrîkê û germahiya zêde jiyana xelkê Kobaniyê zehmet kiriye.
Ji ber zêdebûna demjimêrên qutbûna elektrîkê, gelek dikan nikarin karê xwe bikin û asê mane.
Li kargeheke qerez û qehweyê ji ber nebûna elektrîkê makîne kar nakin û kar sekiniye.
Xwediyê dikanê dibêje qutbûna elektrîkê karê wan dijwar kiriye û bûye sedema rawestana kar û kêmbûna dahatê.
Dikandar Beşîr Golmît li ser krîza elektrîkê got, "Elektrîk ji 24 demjimêran tenê 4-5 demjimêran tê.
Karê me bi taybetî li ser elektrîkê ye. Ne tenê karê me, piraniya pîşesazî û bazirganiya bajêr li ser elektrîkê ye.
Ev 4-5 demjimêr pirsgirêka me çareser nakin. Me jenerator daniye lê mazot jî tune."
Welatî xwe li siyê digirin
Bi ronîbûna rojê re, bandora vê krîzê li ser jiyana welatiyan baştir xuya dike.
Welatiyekî kalepîr dibêje ku ji ber germahiya dijwar wî xwe li siyê girtiye û li derve rûniştiye.
Welatî Mihemed Elî derbarê rewşa xwe de wiha axivî, "Min xwe avêtiye vê siyê.
Ez ji ber germê hatime vir. Ji ber ku elektrîk nîne em xizan in, klîmaya me tune û tiştekî me tune.
Hinek kes hene klîmaya wan heye, xwedê li wan zêde bike lê ya me tune."
Nexweşiyên ji ber germê zêde bûne
Bandora bilindbûna pileya germê û qutbûna elektrîkê heta sektora tenduristiyê jî gihîştiye.
Li Nexweşxaneya Almanî ya Kobaniyê, hejmara kesên ku ji ber tava havînê nexweş dikevin zêde bûye.
Bijîşk Heval Elî hişyarî da û got, "Di vê demê de kesên ku ji ber germê nexweş dikevin pir bûne.
Bi taybetî li Kobaniyê ji ber ku elektrîk kêm e û pileya germê bi giştî bilind bûye, nexweşî zêde dibin. Xelk jî zêde xwe naparêze."
Sedem kêmbûna ava Feratê ye
Li gorî agahiyên ku Birêvebiriya Stasyona Elektrîkê belav kirine, pêdiviya Kobaniyê û gundewarên wê bi 55 megawat elektrîkê heye. Lê belê niha tenê 10 megawat tê dabînkirin.
Kêmbûna asta ava Çemê Feratê û kêmbûna para elektrîka ku ji herêmê re tê veqetandin, ji sedemên sereke yên zêdebûna qutbûna elektrîkê ne.
Di nav germahiya havînê û qutbûna elektrîkê de, welatiyên Kobaniyê hêvî dikin ku çareseriyek bê dîtin, da ku şert û mercên jiyana wan hinekî sivik bibin.


