Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ji bo salvegera 37an a şehadeta Dr. Ebdulrehman Qasimlo li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir.
DEM Partiyê di peyama xwe de bal kişand li ser têkoşîna Dr. Qasimlo û diyar kir:
"Di salvegera 37an a şehadeta wî de, em Dr. Qasimlo bi rêzdarî bi bîr tînin. Têkoşîna wî, doza wî ya azadiyê û mîrata wî ya aştiyê hîn zindî ye. Biryardariya wî ji bo me rênîşander e."
Partiyê her wiha destnîşan kir ku ew dê li ser şopa wî bin û anî zimên:
"Doza ku wî di ber de jiyana xwe feda kir, doza me ye. Em dê teqez bigihînin serfiraziyê."
Banga ji bo qetlîama li Viyanayê
DEM Partiyê li ser qetilkirina Qasimlo ya li paytextê Awisturyayê jî daxuyanî da û xwest ku edalet pêk were.
Di peyamê de li ser vê mijarê wiha hat gotin:
"Em careke din dibêjin, qetlîama ku sala 1989an li Viyanayê pêk hat û rêber û şoreşgerê gelê Kurd qetil kir divê bê ronîkirin. Divê hiqûqa navneteweyî edaletê terxan bike."
Dr. Ebdulrehman Qasimlo
Îro salvegera 37emîn a şehîdkirina Sekreterê berê yê Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îran (PDK-Î) Dr. Ebdulrehman Qasimlo ye.
Dr. Ebdulrehman Qasimlo wekî kesayetekî siyasî yê hûrbîn, bi ezmûn, stratejîstekî siyasî û rêberekî jêhatî tê naskrin.
Qasimlo her demê di gotar û nivîsên xwe de bal dikişand ser wê yekê ku potansiyela Komara Îslamî ya Îranê ya çareserkirina aştiyane ya doza Kurdan nîne lê çendîn caran bi berpirsên Hikûmeta Îranê re dan û standin kirine.
Ew di dawiyê de li ser maseya dan û standinan ji aliyê Îranê ve hat qetilkirin.
Dr. Ebdulrehman Qasimlo 22yê Kanûna Pêşîn a 1930î li gundê Qasimlo yê Urmiyeyê ji dayîk bûye.
Wî li Urmiye, Tehran û Parîsê xwendiye û li Zanîngeha Pragê ya Çekoslovakyaya wê demê, di warê zanistên aborî de doktora wergirtiye.
Dr. Ebdulrehman Qasimlo di destpêkê de endamê partiya Tûdehê ya Îranê bû û pişt re çarenivîsa xwe ya siyasî bi temamî bi PDK-Îyê ve girê daye.
Sala 1971ê de bû sekreterê giştî yê wê partiyê.
Tevî israra wî ya li ser bidestxistina mafên neteweyî, wî bal kişandiye ser bicihanîna demokrasiyê û azadî û wekheviya civakî wekî bingeha pêşketina civakê zaniye.
Dr. Ebdulrehman Qasimlo fermanderê giştî yê hêzên Pêşmegeyên partiya xwe bû û ciwan han didan (teşwîq dikirin) da ku bibin Pêşmerge lê bi nêrîna wî şer û leşkerî ji bo doza Kurdan wekî çareseriya sereke nînin.
Beşdariya PDK-Îyê ya hilbijartinên parlamentoyê û xwenamzedkirina Qasimlo ya ji bo Encumena Şarezayên Rêberî û her wiha rola wî ya di damezirandina şandeya nûnertiya gelê Kurdistanê ji bo dan û standinên bi Hikûmeta Îranê re hewlên herî girîng ên siyasî yên Qasimlo bûn.
Qasimlo di nivîsên xwe de diyarkirina mafê çarenivîsê ya gelê Kurdistanê wekî mafekî sereke bi nav kiriye û gotiye:
“Mafê Kurdan e ku nîştimana xwe ya hevbeş bike yek û bibe xwedî dewleteke serbixwe.”
Dr. Ebdulrehman Qasimlo tenê ne li Rojhilatê Kurdistanê, li tevahiya Kurdistanê xwedî kesayetiyeke bi bandor bû.
Pêwendiyên wî yên bi hêzên parçeyên din ên Kurdistanê re jî pir baş bûn.
Her wiha wekî yek ji kesên endazyarê pêwendiya Kurd û Rojavayiyan tê naskirin.
Dr. Ebdulrehman Qasimlo ji bilî Kurdî, bi heft zimanên din jî zanîbû. Wî karîbû bi Farisî, Tirkî, Erebî, Fransî, Îngilîzî, Rûsî û Çekî biaxive.
Bi gotina lêkoleran, wî xebata çekdarî jî wekî taktîk ji bo rêxweşkirina xebata siyasî, aştî û bidestxistina azadî û demokrasiyê didît.
Dr. Ebdulrehman Qasimlo, Komara Îslamî ya Îranê wekî neyarê sereke yê doza Kurdan li hemû beşên Kurdistanê bi nav dikir.
Gelek caran qala vê yekê kiriye û daye zanîn ku li Îranê potansiyela çareseriya aştiyane ya doza Kurdan nîne lê dîsa jî amade bûye dan û standina bi wan re bike.
Dr. Ebdulrehman Qasimlo di civîneke dan û standinê ya 13ê Tîrmeha 1989an a li apartmaneke Viyanaya paytexta Awisturyayê de hat qetilkirin.
Kujerên Qasimlo jî ew kes bûn ku ji bo dan û standinê pê re rûniştibûn.


