Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Almanyayê biryar da ku hêzên xwe ji Herêma Kurdistanê vekişîne.
Wezareta Parastinê ya Almanyayê, Komîteya Parastinê ya Parlamentoya Federal a welatê xwe agahdar kiriye ku wezaretê biryar daye heta dawiya îlonê piraniya hêzên xwe ji Herêma Kurdistanê vekişîne.
Nûçegihanê Rûdawê yê Almanyayê Zinar Şîno li ser vê mijarê agahiyên bêhtir dan.
Li gorî agahiyên ku Zinar Şîno dane, hêzên Amerîkayê yên ku pergala wan a parastina asmanî li Hewlêrê hebû, heta niha hêzên navneteweyî diparastin lê belê niha Amerîkayê biryar daye ku hêzên xwe ji Herêma Kurdistanê vekişîne û ti pergala parastina asmanî li baregeha Hevpeymaniya Navneteweyî namîne.
Ji ber vê yekê jî Wezareta Parastinê ya Almanyayê jî biryar daye ku hêzên xwe vekişîne û erkê wan bi temamî were guhertin.
Nûçegihanê Rûdawê her wiha diyar kir ku ji bo piştgiriya Hêzên Pêşmergeyan, dê hinek hêz û şêwirmendên wan ên leşkerî li Konsulxaneya Almanyayê ya Hewlêrê bimînin.
Daxwaza Partiya Keskan
Li gorî biryara pesendkirî ya Parlamentoya Federal a Almanyayê, pêwîst e hêzên Almanyayê heta 31ê Kanûna Paşîn a 2027an li Herêma Kurdistanê bimînin.
Partiya Keskan a Almanyayê ji hikûmetê xwestiye ku berî destpêkirina bêhnvedana havînê ya parlamentoyê, siyaseteke zelal ji bo parastina Kurdan û Herêma Kurdistanê pêşkêş bike.
Komîteya Parastinê ya Parlamentoya Federal a Almanyayê îro li ser biryara Wezareta Parastinê ya welêt a ji bo bidawîanîna erkê hêzên wan ên li Herêma Kurdistanê civiya.
“Em dê Kurdan bi tenê nehêlin”
Nûçegihanê Rûdawê Zinar Şîno ragihand ku Hikûmeta Almanyayê li ser çarenivîsa erkê artêşa welêt ji Komîteya Parastinê ya Parlamentoya Federal re ragihandiye, "Em dê Kurdan bi tenê nehêlin lê belê dê tenê erkê me yê li Herêma Kurdistanê were guhertin."
Almanyayê piştî destpêkirina şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê (28ê Sibatê) gav bi gav hêzên xwe ji Herêma Kurdistanê vekişandin.
Li gorî gotina Zinar Şîno, niha nêzîkî 30 leşker û şêwirmendên leşkerî li Hewlêrê mane.
Zinar Şîno da zanîn ku di civîna îro de, Wezareta Parastinê ya Almanyayê ji Komîteya Parastinê ya Parlamentoya Federal a welatê xwe re gotiye ku ew dê Hêzên Pêşmergeyan bi tenê nehêlin.
Wezaretê destnîşan kiriye, "Em dê tenê hinek şêwirmend û leşkerên xwe bibin nav Konsulxaneya xwe ya li Hewlêrê û bi wî awayî em dê piştgiriya Kurdan bidomînin."
Sedema vekişînê
Kovara Spiegelê li ser vê mijarê nivîsiye ku artêşa Almanyayê vekişînê wekî "pêwîstiyekê" dibîne çimkî Pentagonê biryar daye ku leşkerên xwe li wê baregeha leşkerî ya li Hewlêrê nehêle ji ber ku artêşa Almanyayê nikare ewlehiya hêzên xwe dabîn bike.
Li wê baregeha ku hêzên Amerîkayê lê ne, sîstemên dijîmûşek û dijîdron hebûn.
Hebûna wan sîsteman bûbû sedema parastina hêzên navneteweyî. Bi taybetî di dema şerê Amerîka û Îsraîlê yê li hemberî Îranê de ku 40 rojî ajot, wan sîsteman roleke girîng lîst.
NATO jî dawî li erkê xwe tîne
Zinar Şîno her wiha anî ziman ku di biryareke wiha de, Hevpeymaniya NATOyê jî dawiyê li erkê xwe yê li Îraqê tîne.
Berê nêzîkî 500 leşkerên Almanyayê di çarçoveya erkekî NATOyê de li Herêma Kurdistanê û Îraqê bi cih bûbûn.
Almanyayê ji sala 2014an ve bi bihayê zêdetirî 3 milyar euroyan di warê ewlehî û mirovî de alîkariya Îraq û Herêma Kurdistanê kiriye.
Almanyayê sala 2022yan dawî li erkekî wiha yê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî anîbû.


