Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Çandiniyê yê Parêzgeha Urmiyeyê Mihemedreza Esxerî ragihand ku parêzgeha wan di hilberîna belalûkan de li Îranê yekem e.
Mihemedreza Esxerî pêşbînî dike ku berhema îsal a Urmiyeyê ji 20 hezar tonî zêdetir bibe.
2 hezar û 500 hektar baxên belalûkan
Mihemedreza Esxerî derbarê mijarê ji medyaya Îranê re axivî.
Esxerî diyar kir ku parêzgeha Urmiyeyê bi saya avhewa û pêgeha xwe ya erdnîgarî ya guncav, di hilberîna belalûkan de li Îranê di rêza yekem de ye.
Li gorî gotina Esxerî, li parêzgeha Urmiyeyê 2 hezar û 500 hektar baxên belalûkan hene.
Wî destnîşan kir ku bajarên Xoy, Urmiye, Bokan û Mehabadê li parêzgehê navendên sereke yên hilberîna belalûkan in.
Esxerî her wiha anî zimên ku beşek ji belalûkê Urmiyeyê teze tê xwarin lê beşeke mezin a belalûkan jî ji bo çêkirina rîçal û şerbetê dişînin kargehan.
Mihemedreza Esxerî xwest ku pîşesaziya taybet a fêkî li parêzgehê bi pêş bikeve.
Li gorî nêrîna wî, avakirina kargehên nû dê nirxê aborî yê baxan zêdetir bike û ev yek dê debara baxçevanan baştir bike.
Li Îranê 143 hezar ton tên hilberîn
Li gorî amarên Wezareta Çandiniyê ya Îranê, salane li Îranê bêhtirî 143 hezar tonan belalûk tên hilberîn.
Parêzgeha Urmiyeyê bi hilberîna salane ya 18 hezar-20 hezar tonan di rêza yekem de cih digire.
Parêzgehên Tewrêz, Tehran û Sîneyê jî bi rêzê di rêzên duyem, sêyem û çarem de ne.

.jpg&w=3840&q=75)

.jpg&w=3840&q=75)