Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê milyonek û 276 hezar û 278 lîre ceza li kesekî hat birîn ku pezkoviyek birîndar kiribû.
Birêvebiriya Giştî ya Parastina Xwezayê û Parkên Neteweyî (DKMP) li ser mijarê daxuyaniyek da.
Birêvebiriyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî eşkere kir ku tîman li ser agahdarkirinekê bi hêzên ewlehiyê re herêm kontrol kiriye û pezkoviyeke birîndar dîtiye.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, "Ew kesê ku pezkovî bi armanca nêçîrê birîndar kiriye hat desteserkirin û di çarçoveya qanûnên pêwendîdar de bi milyonek û 276 hezar û 278 lîreyan hat cezakirin."
Her wiha hat destnîşankirin ku pezkoviya birîndar ji bo dermankirinê tê parastin.

.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)