Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistanê ragihand ku pereyê alîkariya hêzên Hevpeymanan (Koalîsyon) a ji bo meha gulanê ketiye ser hesabê wezaretê.
Li gorî biryarê, divê 6ê Tîrmeha 2026an bi awayekî fermî dest bi dabeşkirina pereyan were kirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Pêşmergeyan, alîkariya darayî ya Hevpeymanan a ji bo meha gulanê ketiye ser hesabê wezaretê.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Birêvebiriya Giştî ya Budce û Bernameyan rêkarên darayî û jimêryariyê ji bo dabeşkirina alîkariyê bi cih tîne."
Ji bo vê mebestê roja duşemê (6ê Tîrmeha 2026an) dabeşkirina alîkariyê dest pê dike.
Wezareta Pêşmergeyan li ser mijarê ev daxuyanî daye:
"Alîkariya darayî ya Hevpeymanan a ji bo meha 5an a sala 2026an tê dabeşkirin.
Ragihandina Wezareta Pêşmergeyan: Alîkariya darayî ya Hevpeymanan a ji bo meha gulanê ketiye ser hesabê Wezareta Pêşmergeyan.
Birêvebiriya Giştî ya Budce û Bernaneyan (Jimêryariya Leşkerî) rêkarên darayî û jimêryariyê amade dike.
Ji bo vê yekê roja duşemê, 6ê Tîrmeha 2026an dest bi dabeşkirina alîkariyê tê kirin."



