Hewlêr (Rûdaw) - Li nahiyeya Norşînê ya parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê, 2 pismamên ku li çem masî digirtin ketin nav avê û xeniqîn.
Oguzê 15 salî û pismamê wî Velî Çîftçiyê 18 salî yên ku li Norşînê dijiyan, dema ku masî digirtin hevsengiya xwe winda kir û ketin nav avê.
Li ser agahdarkirinê tîmên AFADê, tîmên tenduristiyê yên 112an û cendirme çûn cihê bûyerê.
Tîman piştî xebatên li çem her du pismam derxistin û ew veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.
Tevî hemû midaxaleyên bijîşkî yên ku li nexweşxaneyê ji bo rizgarkirina wan hatin kirin jî her du pismam mirin.


.webp&w=3840&q=75)
