Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên ewlehiyê yên Îraqê li Kerkûkê li dijî stargeh û çeperên DAIŞê operasyonên asmanî û bejahî kirin.
Çavkaniyên ewlehiyê û rayedaran ragihand ku di operasyoneke din a li herêmê de endamekî pilebilind ê DAIŞê hatiye kuştin.
Tora Medyaya Ewlehiyê ya Îraqê daxuyaniyek da û tê de hat diyarkirin ku balafirên şer ên F-16 ên Îraqê bi piştgiriya Hevpeymaniya Navneteweyî li navçeya Dûbizê ya Kerkûkê li dijî çeperên DAIŞê "êrişên asmanî yên serkeftî û hesas" kirine.
Hat destnîşankirin ku komên çekdar ew cihên li navçeyên nakok wekî stargeh bi kar tînin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku operasyon piştî şopandina îstixbaratî ya 5 rojan dest pê kiriye.
Ev operasyon bi hevahengiya Fermandariya Operasyonên Hevbeş, Dezgeha Îstixbarata Niştimanî ya Îraqê û Yekîneya Dijî Terorê hat kirin.
DAIŞ hîn jî metirsî ye
DAIŞê sala 2014an li Îraqê herêmên berfireh kontrol kiribûn lê piştî şerên dijwar ên sê salan sala 2017an hatibû têkbirin.
Tevî vê têkçûnê jî rêxistin li navçeyên nakok ên li parêzgehên Diyale, Kerkûk, Nînowa û Selahedînê dibe sedema metirsiya ewlehiyê.
Di dîmenên ku Rûdawê bi dest xistine de tê dîtin ku balafirên şer li seranserî Kerkûkê bi 6 êrişên asmanî yên cuda li 2 stargehên DAIŞê xistiye.
Êrişên asmanî çend demjimêran piştî kuştina endamekî DAIŞê pêk hatin.
Ew endamê DAIŞê li nahiyeya Pirdê ya Kerkûkê di kemîna hêzên ewlehiyê de hat kuştin.
Birêvebirê nahiyeya Pirdê Ebdulmutelîb Necmedîn li ser mijarê daxuyaniyek da û got:
"Hêzên DijîTerorê yên Îraqê 4 roj bûn li pey vî çekdarî bûn.
Wan vê sibehê kemînek danî û bi guleya sekman ew hat kuştin."
Çavkaniyên îstixbaratê ji Nûçegihanê Rûdawê Herdî Mihemed re axivî.
Çavkaniyan diyar kir ku çekdarê hatiye kuştin Ehmed Felah el-Cibûriyê 25 salî ye û ji gundekî navçeya Şirqatê ya Selahedînê ye.
Çavkaniyan destnîşan kir ku pêwendiyên demdirêj ên Cibûrî bi DAIŞ û komên din ên radîkal re hebûn.
Hat diyarkirin ku ji sala 2019an ve biryara girtinê ya îstixbarata Îraqê li ser vî gumanbarî hebû.
Lê ji ber ku wî her tim cihê xwe yê li parêzgehên Selahedîn, Kerkûk û Nînowayê diguherand heta niha nehatibû girtin.
Kesek hat revandin
Çavkaniyên ewlehiyê anî ziman ku hêzên Îraqê bi hevkariya Hevpeymaniya Navneteweyî nêzîkî 15 rojan e li pey vê komê ne.
Di vê pêvajoyê de li du gundên di navbera Hewlêr û Kerkûkê de sê gumanbarên DAIŞê hatin armanckirin.
Hat tomarkirin ku şaneya razayî ya li Pirdê hatiye dorpêçkirin û serkêşê şaneyê di operasyonê de hatiye kuştin.
Li aliyê din, hat îdiakirin ku şêniyekî Pirdê yê ku ji şeva Înê ve winda ye ji aliyê DAIŞê ve hatiye revandin.
Lê belê Berdevkê Polîsan Amir Nerîman ji Rûdawê re axivî û diyar kir ku pêwendiya bi DAIŞê re hîn nehatiye piştrastkirin û got:
"Hîn tiştekî zelal nîne lê em xebatên xwe didominin ku di demeke kurt de wî kesî bibînin."


.webp&w=3840&q=75)
