Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi helkefta salvegera 250yemîn serxwebûna Amerîkayê pîrozbahî li Serokê Amerîkayê Donald Trump û gelê wî welatî kir.
Îro salvegera 250yemîn a serxwebûna Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ye
Nêçîrvan Barzanî ji bo salvegera 250yemîn a serxwebûna Amerîkayê li ser tora civakî ya Xê peyamek belav kir.
Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got:
"Di salvegera 250yemîn ragihandina serxwebûnê de, ez pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî Serok Donald Trump û gelê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dikim."
"Azadî hewceyî zêdetirî hêzê ye"
Serokê Herêma Kurdistanê amaje bi waneyên dîrokî yên Amerîkayê kir û anî zimên:
"Waneyê nemir ê Amerîkayê ew e ku azadî, hewceyî tiştekî zêdetirî hêzê ye.
Azadî hewceyî destûr, sazî, hevsengiya federalî û razîbûna gelê azad e."
Parastina pêgeha Herêma Kurdistanê
Nêçîrvan Barzanî ew prensîbên Amerîkayê bi paşeroja Îraq û Herêma Kurdistanê ve girê dan û wiha pê de çû:
"Di demekê de ku çavê Herêma Kurdistanê û Îraqê li hevbeşiyeke xurttir a bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê re ye, em di wê baweriyê de ne ku dê heman prensîb ji bo paşeroja Îraqê jî wekî bingeh bimînin.
Divê aramî li ser bingeha pêbendbûna bi destûr, federalîzm û parastina temam a maf û pêgeha Herêma Kurdistanê ya di nav destûra Îraqê de be."
Pesnê rola Washingtonê
Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya peyama xwe de pesnê rol û hevkariya Washingtonê da û got:
"Em bi rêzdarî li dostanî û serkirdayetiya Amerîkayê û her wiha li piştgiriya wê ya berdewam a ji bo Herêma Kurdistanê û Îraqê dinêrin."


.jpg&w=3840&q=75)
