Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîla kesên ku diçûn daweta hevalên xwe qulibî.
Di qezayê de kesek mir û kesek jî bi giranî birîndar bû.
Otomobîla ku Burak Sunger diajot li gundê Yaxanê ya navçeya Parsîna Jor qulibî.
Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Di encama pişkinîna tîmên tenduristiyê de hat tesbîtkirin ku Gamze Kalaya ku di otomobîlê de bû miriye.
Şofêrê otomobîlê yê ku di qezayê de bi giranî birîndar bûbû birin Nexweşxaneya Bajêr a Erziromê.
Hat ragihandin ku metirsiya li ser jiyana wî didome.
Hat zanîn ku Sunger û Kalay ji bo ku beşdarî daweta hevalên xwe bibin ji navçeya Xinûsê bi rê ketibûn.



