Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî, bi serdaneke fermî çû Tehranê da ku beşdarî merasîma veşartina termê Rêberê berê yê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xaminêyî bibe.
Nêçîrvan Barzanî di serdana xwe de li gel berpirsên pilebilind ên Îranê civiya û tekezî li ser girîngiya berdewamiya diyalogê ya ji bo pêkanîna aştiya li herêmê û pêwendiyên di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel hejmareke zêde ya serkirde û berpirsên pilebilind ên cîhanê, beşdarî merasîma fermî ya veşartina termê Elî Xaminêyî bû.
Nêçîrvan Barzanî di deftera sersaxiyê de peyamek nivîsî.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab, piştî vegera şandeyê ya bo Hewlêrê ji rojnamegeran re ragihand:
"Cenabê Serokê Herêma Kurdistanê îro wekî Serokê Herêma Kurdistanê û wekî nûnerê Cenabê Serok Barzanî beşdarî merasîman bû."
Tevî ku hejmareke zêde ya serkirde û şandeyên welatan hatibûn vexwendin, berpirsên Komara Îslamî ya Îranê giringî da ku bi taybetî li gel Serokê Herêma Kurdistanê bicivin.
Pisporê pêwendiyên Îran û Amerîkayê û Mamosteyê Zanîngeha Tehranê Fuad Îzedî li ser vê serdanê ji Rûdawê re got, "Ev cure hevdîtin pêwendiyan ji ya berê baştir dikin û wan bi pêş dixin."
Birêvebirê Navenda Lêkolînê ya Mala Dîplomasiyê ya Îranê Hemîdriza Xulamzade jî ji Rûdawê re diyar kir:
"Armanca van civîn û dan û standinan her tim xurtkirina pêwendiyên di navbera her du aliyan de ye û gelekî bi sûd e.
Serokê Herêma Kurdistanê di vî warî de roleke gelekî girîng dilîze."
Civîna bi Serokkomarê Îranê re
Yek ji civînên Nêçîrvan Barzanî li gel Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan bû.
Serokê Herêma Kurdistanê derbarê civînê li ser Xê nivîsî:
"Me li ser rêyên xurtkirina zêdetir a pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Îraqê yên bi Îranê re dan û standin kir.
Me bi taybetî tekezî li ser berfirehkirina hevkariyên aborî û xurtkirina pêwendiyên me yên dîrokî, çandî û cîrantiyê kir ku ji mêj ve gelê me bi hev ve girê daye."
Serokatiya Herêma Kurdistanê jî li ser civînê di daxuyaniyekê de ragihand:
"Nêçîrvan Barzanî û Mesûd Pizîşkiyan bipêşxistina pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Komara Îslamî ya Îranê re gotûbêj kir.
Bi taybetî bal kişandin ser berfirehkirina dan û standina bazirganî, qadên aborî û xurtkirina pêwendiyên dîrokî û çandî yên di navbera her du aliyan de, bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên hevbeş bike.
Rewşa herêmê û encamên bûyerên dawî, mijareke din a civînê bû.
Di vî warî de her du aliyan tekezî li ser giringiya parastina ewlehî û aramiyê û piştbestina bi diyalogê û rêkarên aştiyane yên ji bo çareserkirina pirsgirêk û aloziyan kir.
Her du aliyan hêvî xwest ku bidawîhatina şer û dan û standina di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Amerîkayê de, aramiyeke mayînde ji bo herêmê bi xwe re bîne û qonaxeke nû ya pêwendiyên baş û hevkariya hevbeş a di navbera welat û gelên herêmê de dest pê bike."
Peymana Îran û Amerîkayê hat nirxandin
Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya serdana xwe de li gel Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf civiya ku serokatiya şandeya dan û standinkar a welatê xwe ya bi Amerîkayê re dike.
Di civînê de pêşhatên dawî yên dan û standina di navbera Îran û Amerîkayê de hatin nirxandin û her du aliyan hêviya serkeftinê ji bo hewldanên dîplomatîk xwest.
Serokê Herêma Kurdistanê derbarê vê hevdîtinê li ser Xê nivîsî:
"Îro li Tehranê, ez rastî dostê xwe yê hêja Mihemed Baqir Qalîbaf hatim ku cihê kêfxweşiyê bû.
Li gel pêzanîna min a ji bo rola wî ya girîng a di gihandina encamê ya peymana vê dawiyê ya di navbera Îran û Amerîkayê de, min tekezî li ser girîngiya berdewamiya pêwendî û dan û standinan kir ji bo misogerkirina bicihanîna tam a peymanê."
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de diyar kir:
"Nêçîrvan Barzanî û Mihemed Baqir Qalîbaf li ser bipêşxistina pêwendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê yên bi Komara Îslamî ya Îranê re û girîngiya berfirehkirina asoyên hevkarî û hevahengiya hevbeş gotûbêj kirin.
Her wiha piştgiriya xwe ji bo pêwendiyên dîrokî û dostane yên her du aliyan di hemû astan de ducare kir."
Hevdîtina bi Wezîrê Karên Derve re
Serokê Herêma Kurdistanê her wiha li gel Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî civiya.
Di civînê de bal kişandin ser rawestandina şer û pêşhatên dawî yên li herêmê.
Nêçîrvan Barzanî li ser vê hevdîtinê got:
"Ez bi hevdîtina li gel dostê xwe Ebas Eraqçî kêfxweş im.
Me guherînên herêmê û mijarên hevbeş gotûbêj kirin û me tekezî li ser giringiya diyalog û dîplomasiyê ya di çespandin û parastina aramiyê de kir."
Her du aliyan "tekezî li ser girîngiya berdewamiya diyalog û hevahengiya piralî kir, bi awayekî ku xizmeta parastina ewlehî, aramî û berjewendiya gelên herêmê bike."
Bîranîneke bi Elî Xaminêyî re
Nêçîrvan Barzanî behsa civîneke xwe ya li gel Elî Xaminêyî kir û got ku beşek ji axaftinên wî li ser bavê wî Îdrîs Barzanî bûn.
Nêçîrvan Barzanî ji medyaya fermî ya Îranê re eşkere kir ku derfeta wî çêbûye ku li gel Elî Xaminêyî bicive û got, Rêberê berê yê Îranê li cihekî pêşwaziya wî kir ku tenê kesên nêzîk li wir didîtin.
Nêçîrvan Barzanî destnîşan kir ku di wê civînê de Elî Xaminêyî li ser bavê wî Îdrîs Mistefa Barzanî axiviye.
Serokê Herêma Kurdistanê dibêje, wan axaftinan bandor lê kir ku piştî wan hemû salan bi wî awayî nêzîk li ser bavê wî peyivî û ev yek "bibîranînek e ku dê her tim li cem min bimîne."
Nêçîrvan Barzanî di nav çend salên borî de gelek caran bi fermî çûye Tehranê û li gel berpirsên pilebilind ên Îranê civiyaye.
Yek ji serdanên wî meha Gulana sala 2024an bû ku tê de li gel Elî Xaminêyî, Serokkomarê wê demê Îbrahîm Reîsî û Serokê Parlamentoyê Mihemed Baqir Qalîbaf civiyabû.
Nêçîrvan Barzanî şeva borî di peyamekê de ragihand:
"Baweriya me bi wê yekê heye ku lihevtêgihiştin, rêzgirtin û berdewamiya diyaloga avaker, rêya herî ewle ye ji bo bidestxistina aramî û ewlehiya berdewam a herêmî."
Nêçîrvan Barzanî her wiha da zanîn:
"Pêwendiyên dîrokî û kûr ên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de her tim xwediyê pêgeheke taybet bûn.
Em parastin û bipêşxistina van pêwendiyan, li gel xurtkirina hevkariya dualî, dabînkirina berjewendiyên hevbeş û xurtkirina aştî û aramiya heremî wekî hev dibînin."



