Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Hisîçayê ya Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna pereyê genimê cotkaran amadehî tên kirin.
Tê çaverêkirin ku di nava çend rojên bê de dayîna pereyên cotkaran dest pê bike.
Birêvebirê Şaxa Saziya Dexl û Dan a Sûriyeyê ya Hisîçayê Ebdulhemîd Dawûd ji Rûdawê re ragihand ku dayîna pereyê fatureyên genimê cotkaran dê di nava çend rojên bê de dest pê bike.
Ebdulhemîd Dawûd eşkere kir ku wan heta niha 591 hezar ton genim ji cotkaran wergirtiye.
Wî her wiha destnîşan kir ku navendên wan hîn jî di çarçoveya wergirtina genim de xebatên xwe didomînin.
4 navend hatin diyarkirin
Beriya niha Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed ragihandibû ku dê fatureyên genim li Hisîça, Qamişlo, Dêrik û Dirbêsiyê li 4 navendên cuda werin dayîn.
Pêvajoya wergirtina genim li Rojavayê Kurdistanê didome û cotkar li benda wergirtina heqê keda xwe ne.



