Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Mehmet Saît Yaz ragihand ku ew li bendê ne projeyasaya aştiyê di nava mehekê de were Parlamentoya Tirkiyeyê.
Mehmet Saît Yaz tekez kir ku "PKK jî razî bûye çiyayan vala bike û kes li ser çiyayan nemîne."
Parlamenterê AK Partiyê yê Amedê Mehmet Saît Yaz îro bû mêhvanê bultena Rûdawê û pirsên Hêvîdar Zanayê yên li ser pêvajoya çareseriyê bersivandin.
Çekdanîna PKKyê û qonaxên çareseriyê
Mehmet Saît Yaz bal kişand ser hevdîtin û amadekariyan û wiha got:
"Vê demê ku PKK rabûye biryar daye, çekên xwe deyne, çekên xwe bişewitîne, ehd û peyman bi hev re hatine danîn.
Yanî PKKyê got, ez dê çekên xwe deynim û ji şkeftan jî derkevim, ez dê çekên xwe radestî dewletê bikim.
Dewlet jî beramberî vê yekê, gava ku ev hatin cih, li gorî wê dê hinek gavan biavêje."
Sê mijarên bingehîn
Parlamenterê AK Partiyê da zanîn ku ji bo derketina ji çiyayan sê rewşên cuda hene:
"Ya yekem: Yên ku çek girtine destên xwe lê neketine nav şer, kes nekuştine û birîndar nekirine, dê çareseriyek ji wan re bê dîtin.
Ya duyem: Yên ku çek girtine destê xwe û şer kirine, mirov kuştine yan birîndar kirine, dê heq û hiqûqê wan çawa be?
Ya sêyem: Yên ku di zindanan de ne û serokatiya PKKyê dikin, rewşa wan dê bi çi rengî be?
Ev mesele di hundirê projeyasayê de hene."
Rêxistinkirina maf û derfetan
Saît Yaz amaje bi xalên şeşem û heftem ên projeyasayê kir û wiha berdewam kir:
"Gava PKKyî ji çiyayan hatin xwarê, rewşa wan çawa dibe? Heq û hiqûqê wan dê çawa were danîn?
Dê mafê xebatê, mafê xwendinê û derfeta siyasetê ji wan re bê nîqaşkirin û li gorî wê biryarek were dayîn."
Biratî û wekhevî heta payîzê pêk tê?
Mehmet Saît Yaz da zanîn ku ew di wê baweriyê de ye ku ev pêngav dê heta payîzê encam bide û wiha domand:
"Ez bawer im heta payîzê dê bi temamî bi biratî û kêfxweşî biqede.
Derdê Kurdan jî dê biqede û pirsgirêka Kurdan dê ji meydanê rabe.
Dê Tirk û Kurd bibin birayên hev. Mafên wan ên însanî, Îslamî û mafên wan ên fitrî yên wekî perwerdeya bi zimanê dayîkê dê bi temamî werin danîn."
Fermandar û serkirdeyên PKKyê
Yaz li ser pirsa “Gelo çarenivîsa fermandar û serkirdeyên PKKyê dê çi be?” wiha got:
"Ew li serê çiyê namînin, ne mimkun e. Yan dê werin radestî hiqûq û edaleta dewletê bibin, yan jî dê herin dewleteke Ewropayê yan dewleteke din.
Yanî li Qendîlê û di van kampan de divê kes nemîne. Wan jî qebûl kiriye ku ji wan deran derkevin."


