Hewlêr (Rûdaw) - Carinan serkeftin ne di tayînkirina di pîşeyekî fermî û jiyana li nava qerebalixiya metropolan de ye, belkî di vegera ser axa bav û kalan û di afirandina jiyaneke bêstres de ye.
Ev çîroka Atlas Oretmenê ye; keçeke Kurd ku li serê çiyayên Bedlîsê, pênûsa xwe ya şêwirmendiya derûnî danî aliyekî û bi ked û rêncberiyê çîroka serkeftina xwe li gundê Bercûmê navçeya Hîzanê ya parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê ji nû ve nivîsand.
Atlasa ku ji Stenbolê vegerî warê xwe, niha hem li gund dixebite hem jî berhemên xwe yên xwezayî bi rêya înternetê digihîne destê kiriyaran û bûye mînaka herî berçav a hêz û biryardariya jinê.
Atlas Oretmen ji qerebalixî, xerîbî û jiyana bajêr aciz bû. Wê biryar da ku ji Stenbolê vegera gundê xwe û dest bi cotkarî û ajeldariyê kir.
Niha çêlekan didoşe û ji lîsê mirîşkan hêkan kom dike. Çi karê gund hebe, hemû ji destê wê tê.
"Xerîbî derew e, jiyana li gund bêstres e"
Atlas Oretmenê li ser çîroka jiyana xwe ji Rûdawê re axivî û got:
“Min beşa Şêwirmendiya Derûnî temam kir lê ez nehatim tayînkirin. Piştî wê ez vegeriyam gund û sê sal in li gund dimînim.
Ez 12 salî bûm dema ez ji gund derketim ji bo xwendinê û xeyalên xwe. Ez 12 heta 13 salan li derve mam.
Gelo ev baş bû? Nexêr, ne baş bû. Îro kî bêje xerîbî baş e, Allah wekîl ew derewan dike. Xwedê xerîbiyê neyîne serê neyaran jî.”
Tevî ku malbata wê jê daxwaz kir ku ew xwendina xwe bixwîne û di wî warî de bixebite lê Atlasê guh neda daxwaza wan. Wê ji bo xwe jiyaneke sade û bêstres hilbijart.
"Pisîk û kûçik hevalên min in"
Atlas li gel hatina xwe ya gund, bûye dosteke dilsoz û wefadar ji bo ajelên kolanan ên li gund jî.
Atlas li ser vê yekê dibêje, “Dema ez hatim, dayîk û bavê min digotin 'tu debar nakî û dê vegerî' lê ez venegeriyam û sê sal in li gund dimînim.
Ez keçikeke xebatkar im û gazinan jî ji jiyana xwe nakim. Ku du ling û destên mirov hebin, mirov dikare her tiştî bike.
Min bi vî awayî dest pê kir. Min zevî amade kirin. Min bizin dotin û penîr û mastê xwe çêkirin.
Ji min re dibêjin 'hevalên te li gund nînin, gelo çawa sebra te tê?' Çawa hevalên min nînin, pisîk û kûçik hemû hevalên min in.
Kûçikê min Beşo heye, ew jî hevalê min e. Ez gelekî kêfxweş dibim dema li wan temaşe dikim.”
Sifreya Atlasê gihîşt ser înternetê
Atlasê bi karên xwe yên li gund, gav avêt nav cîhana kar.
Wê li navenda bajêr beriya 6 mehan ji bo xwe dikanek bi navê “Sifreya Atlasê” vekir.
Ew berhemên ku li gund hildiberîne bi markeya xwe û bi rêya înternetê digihîne ber destê kiriyaran.
Atlasê li ser karê xwe yê nû wiha got, “Ez li dikana xwe çi difiroşim?
Ez hingiv, dims û hêkên gundan difiroşim. Li gund çi peyda bikim, ez wan li ser înternetê difiroşim.
Di hefteyê de 3-4 rojan dikana min vekirî ye û ez li gund li cem dê û bavê xwe dimînim.
Dema ku li ser înternetê sîparîşên min tên, ez têm dikanê, wan amade dikim, bi kargoyê dişînim û paşê vedigerim gund.
Ez bi vî karî hem debara xwe dikim û hem jî alîkariya malbata xwe dikim.”
Li ser medyaya civakî bû mînak
Atlasê bi vîdeoyên xwe yên derbarê jiyana gund de, li ser medyaya civakî bala şopîneran jî kişandiye ser xwe.
Niha tenê li ser hesabê xwe yê Instagramê derdora 80 hezar şopînerên wê hene.
Wê bi vê çîroka xwe ya li vî gundê çiyayî, nîşan da ku keçên Kurd çi qasî bihêz in û bû mînakeke berçav ji bo serkeftina jinan.


