Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê, zilamekî hevjîna xwe ya berê û zilamê li gel wê kuştin.
Şeva borî saet derdora 00:30î piştî ku li avahiyekê dengê çekan hat, welatiyan tîm agahdar kirin.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Di encama lêkolînên polîsan de eşkere bû ku jina bi navê S.K.ya 42 salî û zilamê bi navê U.B.yê 32 salî bi tifingê hatine kuştin.
Zilamê bi navê B.K.yê 66 salî ku hevjînê berê yê S.K.yê bûye xwe radestî polîsan kir.
B.K. li wir daye zanîn ku wî her du kes kuştine.
Termên S.K. û U.B. ji bo morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Zanîngeha Bînalî Yildirim a Erzinganê hatin veguhastin.

.webp&w=3840&q=75)

