Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşa Navxwe ya parêzgeha Hisîçayê ragihand ku wan 10 kes girtine.
Ev kes ji zindana Dêrikê ya li gundewarê Qamişloyê ya Rojavayê Kurdistanê reviyabûn.
Asayîşê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku 11 kes ji navenda desteserkirinê reviyane.
Piştî bûyerê hêzên asayîşê yekser ketin nava amadehiyan û wan 10 kesên reviyayî girtin.
Lêgerîn didomin
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku operasyonên lêgerîn û şopandinê ji bo girtina kesê 11an didomin.
Hinek rûpel û malperên medyaya civakî îdia kiribû ku girtiyên DAIŞê ji zindanê reviyane.
“Ew ne girtiyên DAIŞê ne”
Fermandariya Giştî ya Asayîşê ev îdia red kirin û eşkere kir ku ev nûçe ne rast in û ti bingehên wan nînin.
Her wiha hat gotin ku ew zindan ne ya girtiyên DAIŞê ye û bûyer li navendeke demkî çêbûye.
Li gorî daxuyaniyê, ew kes ji ber dozên cuda hatine desteserkirin û piraniya tawanên wan jî sûcên biçûk in.
.jpg&w=3840&q=75)
.jpg&w=3840&q=75)
