Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê, bavekî bi kêrê kurê xwe kuşt.
Sedema bûyerê ew bû ku kurê wî serxweş hatibû malê.
Şeva borî li Taxa Mevlanayê ya navçeya Şehîtkamilê di navbera Seyît Ahmet A.yê 60 salî û kurê wî Îbrahîm A.yê 42 salî de nîqaş derket.
Nîqaşa bav û kur a ji ber vexwarina alkolê mezin bû û ew bi kêran ketin qirika hev.
Seyît Ahmet A. bi hinceta ku kurê wî serxweş hatiye malê bi kêrê li wî xist û ew bi giranî birîndar kir.
Li ser agahdarkirina xelkê derdorê, polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîmên tenduristiyê Îbrahîm A. veguhast nexweşxaneyê.
Îbrahîm A. li nexweşxaneyê jî canê xwe ji dest da.
Li aliyê din, polîsan Seyît Ahmet A.yê bav desteser kir û derbarê bûyerê dest bi lêpirsînê hat kirin.


