Hewlêr (Rûdaw) - Li Îdareya Serbixwe ya Soranê li Çiyayê Roleyê Pêşmergeyek ji çiya ket û jiyana xwe ji dest da.
Berdevkê Saziya Parastina Sivîlan ya Soranê Rewend Mexdîd ji Rûdawê re diyar kir ku ew ji bûyereke li Çiyayê Roleyê yê li aliyê Dêrgeleyê hatine agahdarkirin.
Li gorî agahiyan, Pêşmergeyê bi navê Bayiz Ebdula yê ku li wê derê li ser erkê xwe bûye, ji çiya ketiye û canê xwe ji dest daye.
Rewend Mexdîd destnîşan kir ku tîmên wan yekser çûne cihê bûyerê.
Li gorî lêkolînên destpêkê, wî Pêşmergeyî cihekî hingiv dîtiye û dema ku li pey çûye ji çiya ketiye xwarê.
Rewend Mexdîd ragihand ku piştî tîm gihiştine cihê bûyerê, wan dîtiye ku wî Pêşmergeyî jiyana xwe ji dest daye.
Mexdîd eşkere kir ku niha tîmên wan hewl didin termê wî derxin û vegerînin.
Rewend Mexdîd anî zimên, piştî anîna termê wî û qedandina rêkarên yasayî, dê termê wî bişînin Bijîşkiya Dadî.



