Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê bi Sererkanê artêşa Îraqê û şandeyeke leşkerî ya pilebilind re civiya.
Nêçîrvan Barzanî teqezî li ser giringiya hewlên ji bo destpêkirina hilberîn û hinartina petrolê kir û ew wekî "gaveke bibandor a ji bo vejandina aboriya welêt" pênase kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî şandeyeke leşkerî ya pilebilind a Îraqê pêşwazî kir ku Sererkanê artêşa Îraqê Ebdulemîr Reşîd Yaralah serokatiya wê dikir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û armanca serdana şandeyê ya Herêma Kurdistanê eşkere kir.
Hat diyarkirin ku ev serdan li ser fermana Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî hatiye kirin.
Armanca sereke ya serdanê şopandina dosyeya ewlehiya şirketên petrolê yên li Herêma Kurdistanê ye.
Ev kar dê bi hevkariya Hêzên Pêşmergeyan û aliyên din ên peywendîdar were kirin ku garantiyên pêwîst ji bo destpêkirina hilberîn û hinartina petrolê werin dabînkirin.
Nêçîrvan Barzanî di civînê de destxweşî li serkeftinên artêşa Îraqê yên li dijî terorê kir û destnîşan kir ku ev serkeftin bi hevahengî û hevkariya bi Hêzên Pêşmergeyan re hatine bidestxistin.
Barzanî hêvî xwest ku ev hevahengî ji bo dagirtina valahiyên ewlehiyê yên li wan herêmên ku tevgera terorîstan lê heye bidome.
Wî her wiha pesnê helwesta Zeydî û hevahengiya di navbera Hewlêr û Bexdayê de da.
Vejandina aboriyê
Serokê Herêma Kurdistanê li ser hewlên ji bo destpêkirina hilberîn û hinartina petrolê tekezî li giringiya wan gavan kir û diyar kir ku ev yek ji bo vejandina aboriya welêt gaveke gelekî giring e.
Di civînê de ku Sererkanê Pêşmergeyan jî lê amade bû, her du aliyan li ser pêwîstiya plana hevbeş û hevkariya ewlehiyê ya di navbera artêşa Îraqê û Hêza Pêşmergeyan de axivîn.
Hat destnîşankirin ku ev hevkarî ji bo parastina aramiyê û rûbirûbûna teror û metirsiyan gelekî pêwîst e.



