Hewlêr (Rûdaw) – Îro Roja Cîhanî ya Taştêyê ye û li bajarê Wanê û çalakî tên lidarxistin.
Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku wan pêşengî ji Amerîkayê standiye û navê Wanê di Pirtûka Guinnessê de hatiye tomarkirin.
Taştêya Wanê sala 2014an pêşengî ji Amerîkayê stand û di Pirtûka Rekoran a Guinnessê de hate tomarkirin.
Ji sala 2019an ve her sal di Yekşema yekem a meha Hezîranê de, bi rêya çalakiyên Roja Cîhanî ya Taştêyê ahengên pîrozkirin û nasandinê tên sazkirin.
Taştêya Wanê bi dehan tehmên xwemalî û Kurdewarî li xwe digire.
Ji penîrê bi sîrik bigire heta gelek cureyên din, vê yekê pêgeha bajêr ji aliyê geştyarî, çand û xwarinê ve bihêztir kiriye.
Sala 2019an bi biryara Jûra Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê, Yekşema yekem a Hezîranê ya her salê wekî Roja Cîhanî ya Taştêyê hat diyarkirin.
Piştî wê biryarê, bi rêya wan çalakiyên ku li bajêr têne organîzekirin, taştêya Wanê li ser asta navxwe û navneteweyî digihêje girseyeke mezintir.
'Pêşengiya Wanê di Guinnessê de ye'
Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê Necdet Takva bû mêvanê bultena Rûdawê û ragihand ku amadehiyeke gelekî baş hatiye kirin.
Necdet Takva destnîşan kir ku taştêya Wanê ne tenê xwarin e, di heman demê de sembola aştî, aramî û bihevrejiyanê ye û da zanîn:
“Sifreya taştêyê, sifreya aştiyê û sifreya yekbûnê ye.”
Takva diyar kir ku li Wanê nêzîkî 3 milyon û 500 hezar serî pez hene û ev yek ji bo berhemên taştêyê gelekî girîng e.
Li ser sifreya taştêya Wanê nêzîkî 20 cureyên berhemên xwemalî yên wekî penîrê bi sîrik, rûnê nivîşk û hingiv hene.
Takva diyar kir ku taştêya Wanê di pirtûka Guinnessê de tomarkirî ye û ji 2014an ve li cîhanê yekem e û got:
"Taştêya Wanê xwedî dîrokeke hezar salî ye û niha em bi serbilindî didin naskirin.
Ev 7 sal in em vê aheng û pîrozbahiyê saz dikin.
Îro pîrozbahî bi amadebûna hejmarek berpirsên Herêma Kurdistana Îraqê tên kirin.
Em bi vî rengî parastina destkeftiyên xwe yên çandî dikin û bi hevahengiya UNESCOyê em vê nirxê vediguhêzin paşerojê."
Takva li ser pirsa bandora aborî ya taştêyê diyar kir ku li Wanê zêdetirî 100 salonên taştêyê hene û nêzîkî 500 kes li wan cihan dixebitin.
Her wiha li Wanê 160 hezar malbat hene û her sibe taştê li malên wan tê amadekirin.
Takva her wiha bal kişand ser wê yekê ku salane nêzîkî milyonek geştyar diçin serdana Wanê ku piraniya wan ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê ne.
Takva anî ziman ku ew gelekî dixwazin hejmara geştyarên ji Herêma Kurdistanê jî zêde bibe.
Vexwendina berpirsên Başûrê Kurdistanê
Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê lîsteya beşdarên ji Herêma Kurdistanê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re şand.
Li gorî wê lîsteyê, 21 berpirs ji Hewlêrê, 13 kes ji parêzgeha Dihokê û 12 berpirs jî ji Îdareya Serbixwe ya Soranê bi fermî hatine vexwendin ku beşdarî ahenga taştêya Wanê bibin.
Ew dê rojên 6 û 7ê mehê li wir bimînin.
Kîjan berpirs beşdar dibin?
Di nav wan berpirsan de Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, Parêzgarê Dihokê Elî Teter, Serokê Tîma Hewlêrê Sefîn Yasîn, Serokê Şaredariya Hewlêrê Karzan Ebdulhadî, Birêvebirê Giştî yê Geştyariyê Dilêr Mihemed û Berpirsê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb hene.
Her wiha qeymeqamên navçeyên Xelîfan, Mêrgesor, Rewandiz û Sîdekanê jî di nav vexwendiyan de ne.
Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê Necdet Takva her wiha qala sala 2014an kir ku Wanê rekor ji Amerîkayê stand û di Pirtûka Guinnessê de xwe tomar kir û da zanîn:
"Wan di taştêyê de bû pêşenga cîhanê.
Wan di festîvalekê de bi beşdariya 51 hezar û 793 kesan ket nav Pirtûka Guinnessê.
Berê Amerîkayê taştêyeke bi beşdariya 18 hezar û 941 kesan wekî rekor tomar kiribû.
Di demekê de ku Amerîka di taştêyê de gelekî li paş Wanê dimîne û çend berhemên wê yên sînordar hene."
Berhemên taştêya Wanê
Beşek ji wan berhemên ku taştêya Wanê dewlemend kirine ev in:
· Penîrê bi sîrik
· Hingiv
· To
· Murtuxa
· Kavût
· Cacixê Wanê
· Rûnê nivîşk
· Reçela gulan
· Tehîn û dims
· Penîr
· Zeytûn
· Hêk bi şêwazên cuda
· Nanê tendûrê


