Hewlêr (Rûdaw) – Zarokê ku li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê çekdaran ve ji ber dondirmeyê hatibû birîndarkirin, ji ber giraniya birîna wî bo nexweşxaneyeke Rihayê li Bakurê Kurdistanê hatiye veguhestin û li wê derê tê dermankirin
Roja Şemiyê 2 vê mehê, li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, çekdarên grûpa Sairûn a Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê ku ser bi Tirkiyê ve ye, gulle berdane zarokekî Ereb ê 12 salî bi navê Hemîd Hamid el-Xilêf û birîndar kirin, ji ber ku wî zarokî nehiştiye çekdarên wê grûpê, dondirmeya ser erebeya wî ku difiroşe, bê beramber bibin û daxwaza heqê xwe kiriye.
Berdevkê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê, Mehmûd Cemîl ji Rûdawê re got: "Ew zarokê 12 salî xelkê gundê Til Helef e û 4 km dûrî bajarê Serê Kaniyê ye."
Mehmûd Cemîl da zanîn dema ew zarok daxwaza heqê dondirmeya ku çekdaran biriye dike, ew red dikin û çekdarekî gule berdaye zikê wî û birîndar kiriye.
Berdevkê Komîteya Koçberên Serê Kaniyê amaje bi wê yekê jî da ku ji ber giraniya birînê, ew zarok bo nexweşxaneyeke Rihayê hatiye veguhastin û li wir tê dermankirin.
Wî zarokê 12 salî li Serê Kaniyê dondirme difirot û debara jiyana malbata xwe pê dikir.



