Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên ser bi Tirkiyê ve li Efrînê muxtarê gundê Qurbe û kurê wî li nahiya Cindirêsê revandin.
Çavkaniyên xwecihî belav kirine ku hêzên ser bi Tirkiyê ve avêtine ser gundê Qurbe li nahiya Cindirêsê yê bajarê Efrînê û muxtarê wî gundî bi navê Henan Mihemed Mûsa yê 57 salî û kurê wî Beşar Henan Mûsa yê 25 salî revandin.
Li gor heman çavkaniyan, ew herdû ji bo navenda bajarê Efrînê hatine veguhastin, bê ku bizanin bi tometa çi hatine girtin.
Ji aliyekî din ve, çavkaniyên xwecihî belav kirine ku çekdarên grûpa Sultan Murad hemwelatiyê Kurd Sebrî Menan Reşo yê 38 salî ji gundê Derwîş yê nahiya Reco ya Efrînê ji ser karê wî girtine û bo cihekî nediyar hate birin. Li gor zanyariyan, çekdaran berî ku biçin cihê kar, avêtibûn ser mala û mobayla hevjîna wî birine.
Li gor rêkxistinên mafê mirov û belgekriina tawanan, di heftiya duyem ya sala 2022ê de li Efrînê, wate ji 8 mehê heya 14 mehê, 22 kes hatine revandin, du cihên şûnwarî hatine têkdan, li 7 cihan dar hatine birîn ku hejmara wan nêzîkî 950 dar bûn. Herweha dîwarekî çemento jî hatiye avakirin û 4 haletên destdanîna ser mal û milkê hemwelatiyan.



